03:04 23 Hezîran 2017
Zindî
    Binali Yildirim

    Yekemîn car e ku serokwezîrekî Tirkiyeyê serdana Maltayê dike

    © AFP 2017/ ADEM ALTAN
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 9 0 0

    Serokwezîr Binali Yildirim bû yekemÎn serokwezîrê Komara Tirkiyeyê ku bi fermî serdana Maltayê kir.

    Binali Yildirim bi balafira taybet a bi navê ‘TUR' çû paytextê Maltayê û li Balafirxaneya Navdewletî ya La Vallettayê ji terefê Wezîrê Ragihandin ê Maltayê Joe Mizzi, Balyozê Tirkiyeyê yê La Vallettayê Reha Keskintepe û berpirsyarên din ve hat pêşwazîkirin.

    Yildirim bi hevsera xwe Semiha Yildirim, wezîr Fatma Betul Sayan Kaya, Omer Çelik, Nihat Zeybekçi, Akif Çağatay Kılıç, İsmet Yılmaz, Recep Akdağ û bi WekÎla Serokê Grûba AKPê İlknur İnceöz re çû Maltayê.

    Binali Yildirim li ser vexwendina Serokwezîrê Maltayê Joseph Muscat serdana wî welatî kir û ji xeyrÎ hevdîtina bi Muscat re tê pêşbînîkirin ku ji terefê Serokomar Marie Louise Coleiro Preca ve jî were qebûlkirin. Piştî hevdîtinan di çarçoveya serdanê de wê foruma kar a navbera tirk û Malta were lidarxistin.

    Bi heman mijarî:

    Yildirim: "Parîs çiqas bi ewle be Stenbol jî hewqas bi ewle ye"
    Yildirim: Serokkomarê me û Pûtîn axivî û herdûyan xemgîniya xwe ragihand
    Yildirim û Pompeo: "Em ê hevkarî û îstîxbaratê zêde bikin"
    Yildirim: "Xelk diçe AVMê CHP jî diçe AYMê"
    Yildirim: "Xweda CHPê islah bike"
    Etîketan:
    Serokwezîrê Maltayê, Serokwezîrê Tirkiyeyê, Marie Louise Coleiro Preca, Joseph Muscat, Binali Yildirim, Tirkiye, Malta
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de