21:15 23 Adar 2017
Zindî
    CHP

    ‘Du jinên CHPeyî ku kampanyeya ‘na' dimeşandin rastî êrişê hatin'

    © AP Photo/
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 10 0 0

    Li gorî îdîayan du jinên CHPeyî ku li navçeya Balçova ya Îzmîrê kampanyeya ‘na' dimeşandin rastî êrişan hatin. Jinên CHPeyî çûne qereqolê û giliyê êrişkaran kirin.

    Li gorî nûçeya rojnameya Cumhuriyetê, du jinên endamê Rêxistina CHPê ya Navçeya Balçovayê Birsen Dirik û Necla Savaş di çarçoveya kampanyeya ‘na' de serdana malan dikirin. Lê kesekî bi navê A.B. ku yek ji rêvebirê AKPê yê navçeya Bucayê bû ji wan re got ‘ez ê di referandumê de dengê ‘erê' bidim' û ji jinên CHPeyî re got ‘hûn dixwazin dewletê têk bibin, jixwe em ê dengê erê bidin, nasnameyên xwe bidin ez ê giliyê we bikim' û paşî deriyê apartmanê ji bo ku jin dernekevin li ser wan asê kir.

    Li ser vê kiryara endamê AKPê Dirik û Savaş gotin ‘em mafê xwe yê qanûnî bi kar tînin û em rêzê ji bijarteya herkesî re digirin. Li ser dirêjiya axaftinê nîqaş di navbera herdu aliyan de derket û A.Byê 41 salî bi kulma xwe li pişta Birsen Dirik xist û Necla Savaş jî hat derbkirin. Jinên CHPeyî bi hatina polês û esnafên derdorê ji destê wî rizgar bûn. Jinên CHPeyî paşî çûn qereqolê û giliyê A.B kirin.

    Bi heman mijarî:

    Kurtulmuş: "CHP hinekî bi aqil bûye"
    Yildirim: "Xelk diçe AVMê CHP jî diçe AYMê"
    Endama Meclîsa Partiyê ya CHP Sera Kadigîl hat binçavkirin
    Ji CHP, ADD û Baroya Enqereyê banga protestoyê
    AKP, CHP, HDP û MHPê li Parlamenê êrîşa Îzmîrê şermezar kir
    Etîketan:
    Kampanyeya referandumê, AKP, CHP, Necla Savaş j, Birsen Dirik, Îzmîr, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de