10:09 24 Hezîran 2017
Zindî
    Aşît

    Li Urmiyê malek di binê aşîtê de ma: 2 mirî û 1 birîndar

    © REUTERS/ Soccorso Alpino Speleologico Lazio
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 2810

    Hat ragihandin ku li gundê Berde Sor ê ser bi bajarê Urmiyê ve aşît çêbû û di encamê de malek di binê berfê ma. 2 kesan jiyana xwe ji dest da.

    Li gorî zanayariyan berdest, li gundê Berde Sor ê ser bi devera Sîlwana ya bajarê Urmiyê aşît çêbû. Di encama aşîtê de, malbateke ku 6 kes têde bûn di binê berfê de man. Welatiyên gundê Berde Sor û herwiha tîmên hawarhatinê piştî hewldaneke 2 seetan, 4 kes ji endamên wê malbatê rizgar kirin, lê 2 kesan jî di encama bûyerê de canê xwe ji dest dan.

    Ev 2 kesên bi navên Simayil Hesen Avdî temen 60 sal û kurê wî yê bi navê Ezîm 23 salî ku xwandevanê sala dawî ya zanîngehê bû canê xwe ji dest dan. Di bûyerê de dayika wê malê jî birîndar bû û ji bo wergirtina çareseriyên tendirustî şandin Nexweşxaneya Urmiyê.

    Wekî din ji ber sedema bihêziya aşîta berfê ban û dîwarên xaniyê wê malbatê herifîne û berf derbasî nav mala wan bûye.

    Bi heman mijarî:

    Li Afganistan û Pakistanê aşît: Herî kêm 140 mirî
    Li Pakîstanê aşît: Herî kêm 10 kes mirin
    Li Geliyê Doskî aşît: 19 xwendekar dorgirtî mane
    Li Îtalyayê ji ber erdhejê aşît çêbû: 30 mirî
    Li bajarê Wanê aşît bi ser wesayîta rêwiyan de ket: 1 mirî
    Etîketan:
    2 mirî û 1 birîndar, Lİ gundê Berde Sorê aşÎt, Ezîm Smayil, Simayil Hesen Avdî, Ûrmiye, Îran
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de