05:03 28 Hezîran 2017
Zindî
    Terorîstê DAIŞê bi cil û bergên jinan - Kerbela / Iraq

    Terorîstê DAIŞê bi cil û bergên jinan hat desteserkirin

    © Foto: facebook
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 9810

    Li bajarê Kerbelayê yê Iraqê çekdarekî DAIŞê yê mêr ku cil û bergên jinan li xwe kiribû hat desteserkirin.

    Li gor medya erebî Şefeq Newsê polîsên Iraqê, li Kerbelayê terorîstê DAIŞê yê ku ji bo neyê naskirin xwe xistibû wek jinan desteser kirine.

    Jêderan ragihand ku ew terorîstê DAIŞê li ser otorêya Bexdayê hatiye desteserkirin û lêkolîn li ser wî kesî hatine destpêkirin.

    Berî niha jî gelek caran nûçeyên li ser DAIŞîyên ku ji bo birevin cil û bergên jinan li xwe kirine belav bûbûn.

    Bi heman mijarî:

    Puşkov: Li Bonnê hemleyeke mezin çênebû, nedibû çêbe
    Sererkanên Rûsya û Amerîkayê li Bakuyê civiyan
    Cîgirê Serokomarê Iraqê: Em ê ji serxwebûna Kurdistanê re rêzdar bin
    Trump: Biryarnameya nû ya ser koçberan hefteya pêşiya me amade ye
    Pentagonê bersiva Rûsyayê neda
    ‘Di operasyona hewayî ya Tirkiyeyê ya li El Babê de 24 sivîl jiyana xwe ji dest dan'
    Etîketan:
    Iraq, Kerbela, DAIŞ, Terorîstê DAIŞê bi cil û bergên jinan - Kerbela / Iraq, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de