10:11 26 Adar 2017
Zindî
    leşker-sûriye

    Li Sûriyeyê, Rûsya 3 Tirkiyeyê 6 binpêkirinên agirbestê tespît kirin

    © AFP 2017/ Ali Mohammed
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 920

    Wezareta Parastin a Rûsyayê daxuyand ku di 24 saetên dawî de li Sûriyeyê Moskowa 3, Tirkiyeyê jî 6 binpêkirinên agirbestê tespît kirine.

    Li gorî agahiyên li ser sîteya înternetê ya Wezareta Parastin a Rûsyayê beşa rûsî ya Komîsyona hevpar ya Tirkiye-Rûsyayê di 24 saetên dawî de li Lazkiyeyê 3 car binpêkirinên agirbestê tespît kirine.

    Beşa komîsyonê ya Tirkiyeyê jî li Derayê 4, li Heleb û Şamê jî carek bi tevahî 6 car binpêkirinên agirbestê tespît kirine. Beşa Rûsyayê destnîşan kir ku tespîtek Tirkiyeyê ya binpêkirinên agirbestê piştrast kirine.

    ‘ARTÊŞA SÛRIYEYÊ JI SERÊ SALÊ VE 49 HERÊMAN RIZGAR KIR'

    Hate eşkerekirin ku ji destpêka salê heta niha herêmên ku ji aliye Artêşa Sûriyeyê ve hatine rizgarkirin, gihîşt 49an.

    Daxuyaniyê de hat eşkerekirin ku Artêşa Sûriyeyê 86.6 kîlometrekarê di 24 saetên dawî de histine bin kontrola xwe. Bivê yekê hezar û 688,2 kîlometrokarê ji destpêka salê heta niha erd hatine azadkirin.

    ‘ 2 BAJAROK BEŞDARÎ AGIRBESTÊ BÛN'

    Navendê da zanîn ku 2 herêmên li Şamê beşdarî peymana agirbestê bûne û hejmara herêmên ku beşdarî agirbestê bûne gihîşt hezar û 251an.

    Bi heman mijarî:

    Rûsya: Li Sûriyê 9 caran agirbest hat binpêkirin
    Rûsya: Di 24 saetên dawî de li Sûriyeyê 13 car agirbest hat binpêkirin
    Agirbesta Sûriyê: Rûsyayê 14, Tirkiyê 17 binpêkirin tesbît kir
    Wezareta Berevaniya Rûsyayê: Di 24 saetên dawî de agirbest 28 caran hat binpêkirin
    Amarên Rûsya û Tirkiyê: Di 24 seetan de 39 caran agirbest hat binpêkirin
    Etîketan:
    tespîtkirin, binpêkirin, agirbest, Wezareta Karên Derve yê Rûsyayê, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de