13:45 28 Tîrmeh 2017
Zindî
    Ji objektîfên rûsî şerê li Sûriyeyê - Sûriye - sûriyeyê

    Parlamentarê Sûrîyê: DAIŞ ji roja roj ve îradeya welatên biyanî bi cî tîne

    © Sputnik/ Mikhail Alaeddin
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 1810

    Parlamentarê Partiya Hevgirtina Sosyalîst Xalid Abûd da xuyakirin, heke ne ji fînasmana welatên derve bûya rêxistinên wekî DAIŞ û Fetîh el Şam nikaribûn ti encamekê li Sûriyê bi dest bixin.

    Parlamentarê Sûriyê beşdarî telekonferansa ajansa navnetewî ya nûçeyan Rossiya Segodnya ya bi navê ‘Ji bo dahatuya aştîyane ya Sûriyê dîyaloga nav parlamenan' bû.

    Abûd di vîdyo telekonferansa li ser Moskow-Şam-Astana de got, ‘Heke DAIŞê ji derve alîkarî nestanda nikaribû ti serkeftinekê bi dest bixe.'

    'DAIŞ ÎRADEYA WELATÊN DERVE BI CÎ TÎNE'

    Abûd da zanîn, muxalefeteke êrîşê dike nabe ku bibe ‘muxalefeta pozîtîv' û wiha pê de çû: "Ev ne muxalîf in, dagirker in. Bo nimûne DAIŞ ji roja roj ve hin welatên kendavê jî di nav de, îradeya welatên biyanî bi cî tîne."

    Parlamentarê Sûrî wiha domand: "Welatên biyanî van rêxistinan li gor berjewendiyên xwe bikar tînin. Ti bingeheke netewî ya van rêxistinan tune ye. Ew tenê çekên destê xelkê ne."

     

    Bi heman mijarî:

    Caferî: ‘Tirkiye ji binpêkirina serweriya Sûriyeyê berpirsyar e'
    Ji bo şaredariyek din jî qeyûm hat tayînkirin
    Zaxarova: Wezareta derve dê beşekî ji bo têkoşîna li dijî nûçeyên derew veke
    Ji Rûsyayê derbarê Balyozê Enqereyê daxuyanî
    Li Iraqê êriş: 47 kes mirin
    Li Pakîstanê êriş: Herî kêm 72 kuştî
    Etîketan:
    DAIŞ, Parlamentarê Sûriyê, Xalid Abûd, 'DAIŞ ÎRADEYA WELATÊN DERVE BI CÎ TÎNE', Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de