02:26 30 Nîsan 2017
Zindî
    Astana - Civînên Astanayê yên Sûriyeyê

    Rûsya Tirkiye û Îranê bo şopandina agirbesta li Sûriyeyê biryara avakirina hêza sêalî dan

    © REUTERS/ Mukhtar Kholdorbekov
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 1603

    Hate ragihandin ku di encama hevdîtinên Sûriyeyê ku tûra duyemîn jî li Astanayê paytexta Kazakîstanê temam bû, welatên garantor Rûsya, Tirkiye û Îran biryara avakirina hêza peywira sêalî bo şopandina agirbesta li Sûriyeyê dane.

    Rayedarê Wezareta Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Verşînîn diyar kir ku encama herî berbiçev yê hevdîtinên Astanayê qebûl kirina xala avakirina hêza peywira sêalî ya ku ji welatên Rûsya, Tirkiyeyê û Îranê pêk were, bû.

    Verşînîn, destnîşan kir ku ev hêz bo zexmbûn û parastina rejima agirbestê dê birêkûpêk xebatan bike.

    Rayedarê Serokê Serfermandariya Rûsyayê Sergey Afanasyev eşkere kir ku di hevdîtinên Astanayê de bo pevguhertina di serî de jin û zarokên ku bi zorê li Sûriyeyê tên girtin, mekanîzmayekê hatiye avakirin.

    Bi heman mijarî:

    Pêvajoya hevdîtinên Astanayê bi rêya vîdeo-konferansê tê nirxandin
    Serokên şanda Rûsya û Îranê yên li Astanayê li hev civiyan
    Dîplomatê tirk: Washington niha nikare alîkariyek mezin di pêvajoya Astanayê de bike
    Rûsya: Beşek ji şandeya Tirkiyê sibe tê Astanayê
    Sûriye: Tirkiye û muxalîfên çekdar bo Astanayê ne cidî ne
    Heyetên rûs û tirk berî civîna Astanayê wê hevdîtinekê pêk bînin
    Etîketan:
    sêalî, peywir, hêz, encam, avakirin, hevdîtin, agirbest, Wezareta Karên Derve yê Rûsyayê, Sergey Verşînîn
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de