15:12 18 Mijdar 2017
Zindî
    Sûr

    Daxwaza betalkirina îstîmlaqkirina Sûrê, hat redkirin

    © Sputnik/ Omer Faruk Baran
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 19 0 0

    Serlêdana ku li Şûraya Dewletê ya bi daxwaza betalkirina îstîmlaqkirina navçeyên Sûr û Yenîşehîr ên Amedê hatibû kirin hate redkirin.

    Desteya Wezîran  di 21 Adara 2016an de biryar da ku hin herêmên li Sûr û Yenîşehîr bi lez û bez bêne îstîmlaqkirin. Baroya Amedê bo betalkirina vê biryarê serî li Şûraya Dewletê da. Lê serlêdana ku ji aliyê baroyê ve hate kirin bi hinceta ku ‘biryara şûrayê ne li dijî hiqûqê ye' hate redkirin.

    BIRYAR HATE TEMYÎZKIRIN

    Di daxuyaniya nivîskî ya ku ji aliyê baroyê ve hate dayîn de tê gotin ku biryar di 15ê Sibata 2017an de hatiye temyîzkirin. Herwiha wan di çarçoveya biryara temyîzê serî li şûrayê dane û daxwaz kirine ku biryara îstîmlaqkirina lezgîn ya navçeyên Sûr û Yenîşehîrê ên der qanûnî û yasayî bê betalkirin.

    Bi heman mijarî:

    Dimenên dawî yên hilweşîna Sûrê
    ‘Koçberên Sûrê ji jiyana civakî tên vederkirin'
    Rêxistina Efûyê: 'Bila mafê vegerê bidin şêniyên Sûrê'
    Koçberên Sûrê: Di xanîyekî de 20 kes dijîn
    Li navçeya Sûrê 14 avahiyên dirokî dê bên restorekirin
    Etîketan:
    biryara şûraya dewletê, baroya amedê, şer, sûr, amed
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de