21:13 23 Îlon 2017
Zindî
    Beşar Esad

    Esad: "Qedexeya vîze ya Trump ne li hemberî gelê Sûriyeyê ye"

    © AFP 2017/ LOUAI BESHARA
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 1221

    Serokê Dewleta Sûriyeyê Beşar Esad di hevpeyvîna xwe ya radyoyê Fransız Europe 1ê de ragihand ku qedexeya vîze ya Trump ne li hemberî gelê Sûriyeyê ye.

    Beşar Esad di hevpeyvîna xwe ya radyoyê Fransız Europe 1ê de îdîayên îşkence yên Rêxistina Efû ya Navneteweyî red kir û got: "Qedexeya vîze ya Serokê Amerîkayê Donald Trump ne li hemberî gelê Sûriyeyê ye. Ev qedexeya Trump li hemberî terorîstên ku têkevin welatê Amerîkayê ye, ji bo ku ev li Ewropayê herî zêde jî li Almanyayê pêk hat. Li Sûriyeyê îşkence tuneye û em ê her bost axa welat dîsa bistînin."

    ‘FRANSA DI SERÎ DE PIŞTGIRIYA TERORÎSTAN DIKE'

    Esad di hevpeyvîna xwe de polîtîkaya Fransa ya derve rexne kir û got: "Fransa di serî de jî piştgiriya terorîstan dike. Di demeke nêz de wê li Fransayê hilbijartin çêbibin, ya girîng ne têkiliya me dîplomatîk e, ya girîng çawaniya xeta siyasî ya Fransayê ye. Polîtîkaya Fransayê ji roja pêşî ve jî piştgiriya terorîstan kir û ji bo vê ji mirinên welatê me rasterast berpirsyar e."

    MA JI BO ÇI EM Ê ÎŞKENCE BIKIN?

    Serokê Sûriyeyê di dirêjiya axaftina xwe de bersiv da îdîayên îşkenceyê û got: " Em tiştekî wiha nakin ji bo ku ev ne polîtîkaya me ye. Ma ji bo çi em ê îşkencê bikin? Ji bo sadîstiyê an jî ji bo agahî wergirtinê. Ji xwe hemû agahî li cem me hene."

    Bi heman mijarî:

    Esad rapora Rêxistina Efû ya Navdewletî derewand
    Welatên dijberê Esad beriya hevdîtinên Cenewê dicivin
    Lavrov: Em di navbera Esad û kurdan de navbeynkariyê dikin
    'Esad amade ye ku bi kurdan re jî diyalogê bike'
    Parlamenterê Rûsî: Tenduristiya Esad gelekî baş e
    Etîketan:
    Rêxistina Efû ya Navneteweyî, Serokê Dewleta Sûrîyeyê, Donald Trump, Beşar Esad, Şam, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de