21:38 25 Tîrmeh 2017
Zindî
    Heyder Ebadî

    Ebadî hişyariya 'Şerê Navxweyî' da alîgirên Sedr

    © AP Photo/ Hadi Mizban
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 19 0 0

    Serokwezîrê Iraqê Heyder el Ebadî hişyarî da alîgirên Tevgera Sedr a bi seroktiya Muqteda el Sedr ku li welat nebin sedema şerekî navxweyî.

    Heyder Ebadî piştî civîna Desteya Wezîran a Hikûmeta Iraqê ku xwepêşandanên alîgirên Sedr tê de hatin gotûbêjkirin, da xuyakirin ku rojeva herî girîng a hikûmetê paqijkirina Mûsilê ji terorîstên DAIŞê ye.

    Ebadî bal kişand ser alîgirên Tevgera Sedr û got, ‘Ez bang dikim û bi bîra xwepêşanderan dixim ku welatê me nexin nav agir, ber bi şerekî navxweyî ve nebin û armanca me ya herî girîng têkoşîna DAIŞê ji bîr nekin.'

    EBADÎ BI TRUMP RE AXIVÎ YE

    Serokwezîrê Iraqê diyar kir ku wî digel Serokê Amerîkayê Donald Trump pêwendiyeke telefonê pêk aniye û Trump piştgiriyê dide têkoşîna dijî DAIŞê li Iraqê.

    Ebadî herwiha da zanîn ku Trump soz daye qedexeya vîzeyê ya ku Iraqê jî dihûndirîne ji nû ve binirxîne.

    Bi heman mijarî:

    PSGê Barcelona destvala vegerand mala xwe
    Piştrast bû ku Amerîkayê li Sûriyê ûranyom bi kar aniye
    TSK: Balafirên şer li koma PKKîyan a li Çiyayên Amanosê da
    Li kargeheke Beyogluya Stenbolê teqîn çêbû
    'Bila Yewnanîstan ji YEyê derkeve, em deynê wê jê bibin'
    Rûsya: Em piştgiriya fikrê herêma ji çekên nukleerî şûştî li Rojhilata Navîn dikin
    145 saliya Muzexaneya Dîroka Rûsî bi pasteya 145 zêran hat pîrozkirin
    Etîketan:
    Heyder el Ebadî, Iraq, Ebadî hişyariya 'Şerê Navxweyî' da alîgirên Sedr, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de