14:43 21 Mijdar 2017
Zindî
    Astana görüşmeleri

    Hevdîtinên Astanayê hatin paşxistin

    Sputnik
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 2443

    Televizyona dewletê ya Sûriyê ragihand, gera diduyan ya hevdîtinên Astanayê ku hatibû plankirin 15ê Sibatê pêk were, ji ber amadenebûna muxalîfên çekdar ên Sûriyê û heyeta Tirkiyê bo 16ê Sibatê hatiye taloqkirin.

    Li aliyê din şandeyên Rûsya, Îran, Sûriye û Neteweyên Yekbûyî (NY) yên beşdarî hevdîtinên gera diduyan dibin gihîştin paytexta Kazakistanê Astanayê.

    Berî niha hatibû ragihandin ku dê gera diduyan a civînên Astanayê li 15-16ê Sibatê pêk were.

    Tê pêşbînîkirin piştî hevdîtinan civîneke rojnamevanî were lidarxistin.

    ARTÊŞA AZAD JÎ BEŞDARÎ HEVDÎTINÊN ASTANAYÊ DIBE

    Artêşa Azad a Sûriyê ku beşek ji muxalîfên çekdar e ragihand ku ew dê beşdarê hevdîtinên Astanayê bibin.

    Li gor daxuyaniya muxalîfên Sûriyê ku gihîştiye Spûtnîkê wiha hat gotin: "Heyeteke biçûk a ji fermandarên ASAyê û nûnerên din pêk tê, ji bo beşdarî hevdîtinên teknîkî yên li ser agirbesta Sûriyê bibin bi rê ket. Tê hêvîkirin ku civîn ji bo civînên Cenevê yên dahatuyê bibe bingeh."

    Bi heman mijarî:

    'Trump li bendê ye Rûsya Kirimê radestî Ukraynayê bike'
    Rûsya firkateynên xwe yên ku vala disekinin difroşe Hindîstanê
    Barzanî û Ebadî dê li Almanyayê bicivin
    'Welatên Rojhilata Navîn eleqeyeke mezin ji çekên Rûsî re nîşan didin'
    Rûsya: Rapora bikaranîna çekên kîmyewî, îtibara HRWê serobinî hev dike
    Etîketan:
    Hevdîtinên Astanayê ji ber amadenebûna heyeta Tirkiyê û muxalîfan taloq bûn, Kazakistan, Sûriye, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de