13:46 19 Hezîran 2018
Ebadî û Barzan

Barzanî û Ebadî dê li Almanyayê bicivin

© Sputnik /
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 23

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî li Konferansa Ewlekariyê ya Munchenê dê bicivin.

Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fuad Hisên ragihand ku dê Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî 17ê Sibatê li bajarê Munchen ê Almanyayê beşdarî Konfransa Ewlekariyê ya Munchenê bibe ku bi fermî hatiye vexwendin.

Li gor rûdawê Hisên eşkere kir ku dê Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Serokwezîrê Iraqê Heyder el Ebadî li wê konferansê hevdîtineke taybet pêk bînin.

Barzanî û Ebadî li 7ê Sibata 2015an jî li heman konferansê civiyabûn û tê çaverêkirin li ser operasyona Mûsilê û kêşeyên siyasî û aborî yên navbera Bexda û Hewlêrê jî gotûbêj bikin.

Di Konfransa Ewlekariyê ya Munchenê ya ku 17ê Sibatê dest pê dike û 19ê Sibatê bi dawî dibe de, 30 serokên dewletan, 80 wezîrên karên derve û berevaniyê yên welatên girîng ên cîhanê û şandeke kongreya Amerîkayê beşdar dibin.

Bi heman mijarî:

'Welatên Rojhilata Navîn eleqeyeke mezin ji çekên Rûsî re nîşan didin'
Rûsya: Rapora bikaranîna çekên kîmyewî, îtibara HRWê serobinî hev dike
Di navbera PKKê û leşkerên tirk de şer derket: Leşkerek hat kuştin
Rûsya 5 Tirkiyeyê jî 9 binpêkirinên agirbestê tespît kirin
Îmamê DAIŞê ji bo pîrozkirina 'Roja Dildaran' gefa serjêkirinê xwar
Etîketan:
Barzanî û Ebadî dê li Almanyayê bicivin, Herêma Kurdistanê, Iraq, Rojhilata Navîn
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de