05:32 21 Hezîran 2018
Palmîra

Artêşa Sûriyeyê qada xazê ya li nêzî Palmîrayê kontrol kir

© Sputnik / Mikhail Voskresenskiy
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 20

Artêşa Sûriyeyê û hêzên hevalbend, kontrola qadek xazê ya li nêzî bajarê kevnare Palmîrayê ku di bin kontrola DAIŞê de bû bidestxistin.

Çavkaniyek ji Tûxaya Teyrêbazên Çolê ji Sputnikê re ragihand ku Artêşa Sûriyeyê bi piştgiriya yekîneyên milîsan û unsûrên hewayî kontrola qada xazê ya Hiyanê ku nêzî Palmîrayê ye bidestxistine.

Çavkaniyê destnîşan kir ku gelek wesayîtên bizirx hatine îmxakirin û bi dehan terorîstên DAIŞê hatine kuştin û hin komên terorîst jî ber bi Palmîrayê ve ji paşve vekişiya ne.

‘ARTÊŞA SÛRIYEYÊ, PAQIJIYA TEQEMENÎ Û MAYINÊN LI HERÊMÊ DIKIN'

Ji aliye din ve çavkaniyek leşkerî yê din ji Sputnikê re axivî û diyar kir ku yekîneya endezyariya girêdayî Artêşa Sûriyeyê dest bi paqijiya teqemenî û mayinên herêmên ku terorîstên DAIŞê berdana, kirine.

Çavkaniyê eşkere kir ku terorîstên DAIŞê xeta boriyê û tesîsa hilberînê ya li qada xazê ya Hiyanê jî îmxa kirine.

Palmîrayê, DAIŞê di Gulana 2015an de dagirkir, Artêşa Sûriyeyê bi piştgiriya hêzên hewayî ya Rûsyayê di Adara 2016an de ji DAIŞê standibû. Lê ji nû ve bajêr di Berfanbara 2016an de ket bin kontrola DAIŞê.

Bi heman mijarî:

Artêşa Sûriyeyê kete El Babê
Rûsya: Artêşa Sûriyeyê ber bi sînorê ku bi Tirkiyeyê re li ser hatiye lihevkirin ve diçe
Artêşa Sûriyeyê derbeyên giran li DAIŞê dixe
Artêşa Sûriyeyê li El Babê ve dest bi êrişan kir
Artêşa Sûriyeyê û komên dijberiyê yên çekdar li dijî DAIŞê yekem pêngava xwe avêt
Artêşa Sûriyeyê rêçên terorîstan dişopînin
Etîketan:
kontrol, xazê, qada, DAIŞ, Sputnik, Palmîra, Sûriye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de