Li gorî nûçeya Aranewsê, TSKê îro bi daxuyaniyekê wiha îdia kiriye ku li ber devereke sînorî ku YPG kontrol dike, pevçûn di navbera YPGê û leşkerên Artêşa Tirkiyeyê de derketiye û herdû aliyan gule li hev reşandine.
Herwiha di heman nûçeyê de tê gotin, çavkaniyê herêmî ragihandiye ku piştî Artêşa Tirkiyeyê navgînên xwe yên giran li ser sînorî zêde kirine, bi dizîka ketiye gundê û Xerzê yê 10 kîlometreyan li rojavayê Amûdê ye û bi awayekî ketober nîv saetê sax gule bi ser wî gundî reşandine ku hêzên YPGê neçar mane bersivê bidin."Ji aliyê din ve, çavkaniyekê ji Birêveberiya Xweser teqez kir ku nûçeyên îdia dikin, YPGyiyek hatiye kuştin ne rast in.
Hêjayî gotinê ye ku Artêşa Tirkiyeyê ji meha borî de dest bi avakirina dîwarekî li ser sînorê navbera Amûdê û Mêrdînê kiribû.
Hemû şirove
Pêşandana şiroveyên nuh (0)
Berseva li ser(Pêşandana şiroveyêGirtina şiroveyê)