15:36 21 Hezîran 2018
Sînorên Sûriye û Tirkiyeyê

Balyozê Sûriyeyê li Pekînê: 5 hezar çînî li Sûriyeyê şer dikin

© Sputnik /
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 13

Balyozê Sûriyeyê li Pekînê Imad Mustefa ragihand ku hejmara çîniyên li Sûriyeyê şer dikin gelekî zêde bûye ku gihiştiye 5 hezar şervanî.

Mustefa teqez kir hejmara çîniyên li Sûriyeyê şer dikin zêde bûye û piraniya wan bi malbatên xwe re di rêya sînorên Tirkiyeyê re derbasî Sûriyeyê bûne.

Balyozê sûrî diyar kir ku Tirkiyeyê çawa DAIŞê derbasî nav axa Sûriyeyê kir, bi heman awayî mercên guncav ji wan re amade kirine daku çîniyan jî derbas bike û wiha pê de çû: "Bi rastî jî niha Tirkiye şerê DAIŞê dike lê seranserê 4 an 5 salan hemû şervanên DAIŞê yên biyanî di Tirkiyeyê re derbas bûne".

Herwiha balyozî teqez kir ku karbidestiya Çînê gelek fişar li Tirkiyeyê kirin daku nehêle ew şervanê çînî derbasî Sûriyeyê bibe.

Hêjayî gotinê ye ku Çînê berî niha ragihandibû ku rêxistineke terorîst bi navê "Turkistana Rojhilatî" li herêma  Xinjiang ya xweser çalak bûye û têkiliyên wê bi El Qaîdeyê re hene.

Ji aliyê din ve, desthilata Tirkiyeyê diyar kir ku hewl dide rê li ber şervanên biyanî bigire daku tev li rêxistinên terorîst ên li Sûriyeyê nebin.

Piştî operasyona Mertala Firatê ya Tirkiyeyê di nav axa Sûriyeyê de da destpêkirin, hejmara şervanên biyanî yên di sînorê wê re derbas bûne kêm bû.

Bi heman mijarî:

Sergey Lavrov: Pê bawerim ku dê Trump ji bo Sûriye bi hevkarê me be
Rûsya û Amerîkayê ji bo qada asmanî ya Sûriye û Iraqê vîdyo konferans pêk anî
Barzanî: Ez bawer nakim DAIŞ li Sûriye û Iraqê xelas bibe
Ji objektîfên fotokêş ên rûsî Sûriye
Nûnerê Hikûmeta Kurdistan: Bila kurdên Sûriye û Iraqê jî tev li civînên Astanayê bibin
Sûriye: Bila Washington fişarê li Tirkiyeyê bike ji bo sînorên xwe li ber terorê bigire
Zaxarova: DAIŞ û El Nûsra li Sûriye û Iraqê çekên kimyewî bikar tînin
Etîketan:
Turkistana Rojhilatî, DAIŞ, Imad Mustefa, Xinjiang, Sûriye, Tirkiye, Çîn
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de