12:27 25 Mijdar 2017
Zindî
    Abdullah Ocalan

    Şanda Ewropa ya ku dixwaze serdana Abdullah Ocalan bike, gihîşt Amedê

    © AFP 2017/ RAMZI HAIDAR
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 4731

    Şanda ku ji Ewropayê ji bo serdana Serokê PKKê Abdullah Ocalan hat Tirkiyeyê, gihîştin Amedê û li wir daxuyaniyek da. Heyetê di daxuyaniyê de diyar kir ku Ocalan ev 18 sal in di nava şert û mercên ne însanî de tê girtin.

    Şanda ji 13 kesan pêk tê, ji bo dîtina Serokê PKKê Abdullah Ocalan ji Ewropayê hat û gihîşt Amedê. Di nava şandê de parlamenter, hîndekarên zanîngehê û akademîsyen cih digirin. Hat diyarkirin ku şand pêşiyê serdana Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) kir û paşê jî çû serdana Navenda Giştî ya DBPê ya li Amedê. Şand li vir ji aliyê Cîgirên Hevserokên Giştî yên DBPê Ramazan Tunç, Mehmet Salih Yildiz û Berdevka Meclîsa Jinê ya DBPê Fatma Gul ve hat pêşwazîkirin. Civîna şandê û rêveberên DBPê li vir ji çapemeniyê re girtî hat lidarxistin û bi qasî saetekê berdewam kir. Piştî civînê Dr. Thomas Jeffrey li ser navê şandê daxuyaniyek da çapemeniyê.

    ‘ŞERT Û MERCÊN KU OCALAN TÊ DE TÊ GIRTIN, NE ÎNSANÎ YE'

    Jeffrey di daxuyaniya xwe de li ser navê şandê derbirî ku armanca şanda wan dîtina Serokê PKKê Abdullah Ocalan e û wiha berdewam kir, "Di vê çarçoveyê de me serî li Wezareta Dadê ya Tirkiyeyê da. Hûn jî dizanin ku birêz Abdullah Ocalan ev dê bibe 19 sal li Girava Îmraliyê di nava şert û mercên ne însanî de tê girtin. Em ê di çarçoveya vê serdana xwe de bi Tevgera Azadiyê ya Kurd, rêxistinên civakî yên sivîl û partiyên siyasî re rûnin û agahiyan bigirin. Paşê ger destûr were dayîn, em dixwazin bi parlamenterên HDPê yên hatine girtin re jî hevdîtinê pêk bînin."

    Di daxuyaniyê de behsa geşedanên dawîn ên li Tirkiyeyê jî hat kirin û hat diyarkirin ku di demên dawî de zextên li ser mûxalîfan gihîştine asta herî bilind. Di daxuyaniya li ser navê şandê de ev tişt hatin gotin, "Hikûmeta AKPê ji bo ku binpêkirina mafên mirovan ên li vir, di qada navneteweyî neyên dîtin, hewileke berfireh dide. Lê ji bo ku bûyerên li vir diqewimin û rewşa vê derê ji rayagiştî ya navneteweyî re ragihînin, çi ji destê me were em ê bikin."

     

    Bi heman mijarî:

    Li Ewropayê bo Ocalan xwepêşandan hat lidarxistin
    Aldar Xelîl: Ramana Ocalan li Bakurê Sûriyê ketiye meriyetê
    Komeke ciwanan ji bo Ocalan ji Silêmaniyê heta Hewlêrê dest bi meşê kir
    Wezîrê Dadê yê Tirkiyê li ser rewşa Ocalan daxuyanî da
    Karayilan: 'Tiştek bi serê Ocalan de bê, emê ‘Tabûra Nemiran' bixin dewrê'
    Jirînovskî: "Ji bo Ocalan hewldan min bikujin"
    Etîketan:
    dîtin, serdan, Şanda Ewropayê, Serokê PKKê, Thomas Jeffery, Abdullah Ocalan, Ewropa, Tirkiye, Girava Îmraliyê, Amed
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de