10:16 13 Kanûn 2017
Zindî
    minbic-şer

    Ilham Ehmed: Em êrîşa li ser Minbicê qebûl nakin, êrîş çêbibe, berxwedan dê çêbibe

    © REUTERS/ RODI SAID
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 41

    Tê gotin piştî Tirkiye û ASA bajarê El Babê kontrol bikin, dê berê xwe bidin bajarê Minbicê yê ku di destê HSDê de ye. Fermandarê Liqa Hebebê ya ASAyê Taha Atraçî diyar kir ku piştî El Babê, armanca wan Minbic e. Hevseroka Meclsia Sûriyeyê Demokratîk Ilham Ehmedê teqez kir ku dê êrîşeke wiha qebûl nekin û ku êrîş pêk were, ew ê di ber xwe de bidin.

    Hikmet Durgun

    Recep Tayyîp Erdogan
    © AFP 2017/ Yasin Bulbul/Presidential Press Service
    Çavkaniyên ASAyê diyar kir ku hêzên Tirkiye û ASAyê piştî ku El Babê ji destê DAIŞê derxînin, dê berê xwe bidin bajarê Minicê yê di destê Hêzên Sûriyeya Demokratîk(HSD) de ye ku YPG jî di nav de ye daku wî bajarî jî bistînin.

    Di vê navbera ku Tirkiye û ASA amadekariyên operasyona Minbicê dikin de, Meckisa Leşkerî ya Minbicê ya girêdayî HSDê amadekariyan li dijî wê operasyonê dikin ku li derodra bajarî xendek koane. Herwiha ji bo êrîşeke muhtemel, HSDê çekên giran û şervanan dişîne Minbicê.

    "HSD JI DYAYÊ DIXWAZE KU NEHÊLE TIRKIYE ÊRÎŞ BIKE"

    Tikriye bi 8 hezar leşkerên xwe û 5 hezar şervanên ASAyê planên êrîşa li ser Minbicê dike. HSD bi DYA û hevpeymanê re goftûgoyan dike û ji wan dixwaze ku Tirkiye vê êrîş pêk neyêne.

    Fermandarê Liqa Hebebê ya ASAyê Taha Atraçî bi Spûtnîkê re axifî û diyar kir ku piştî El Babê armanca wan Minbic e û wiha pê de çû: "Minbic devereke mezin e. Bi qasî El Babê mezin e. DAIŞ li kû be, em ê destwerdanê lê bikin. Armanca me,El Bab, Minbic û Reqqa ye. Piştî El Bab were stendin, em nizanin dê kengî êrîş li dijî Minbicê pêk were."

    Hevseroka Meclisa Sûriyeya Demokratîk a Hêzên Sûriyeya Demokratîk, YPG û û PYDya Tirkiye wê wek terorîst bi nav dike jî di nav de ne, Ilham Ehmedê ji Spûtnîkê re derbarê êrîşa Tirkiyeyê ya muhtemel de axivî.

    "TIRKIYE DIXWAZE TEVAHIYA SÛRIYEYÊ KONTROL BIKE"

    Ehmedê teqez kir ku êrîş li dijî Minbicê pêk were, dê qebîl nekin û wiha pê de çû: "Tirkiye dixwaze birêveberiya li bakurê Sûriye têk bibe. Tikriye eşkere dibêje, kurd li kû hebin, em ê êrîşî wê derê bikin. Ji raya giştî û her kesî re jî DAIŞê wek behane nîşan dide. DAIŞ li Minbicê tine. Tirkiye dibêje, piştî El Babê, em ê êrîş Efrîn û Minbicê bikin. Armanca Tirkiyeyê ew ku istiqrar neyê herêmê û xelkên herêmê ji hev bitirsin. Tirkiye bizav dike daku istqrar li herêmê pêk neyê û pergaleke rasteqîn neyê avakirin. Tirkiye bi stendina Minbic û deverên din, dixwaze tevahiya Sûriyeyê kontrol bike. Dixwaze xwediya biryarê be di birêveberiya Sûriyeyê de. Xwe wiha dibîne. Ji ber vê destwerdanê dike. Piştgiriyê dixwaze û ji Rûsya û DYAyê piştgiriyê dixwaze.

    Herwiha Ehmedê diyar kir ku êrîş li dijî Minbicê pêk were, gelê Minbicê dê di ber xwe de bide û wiha got: Bertek têra xwe eşkere ye. Meclisa Minbicê daxuyaniyan dide ku dê êrîşê qebûl neke. Gelê Minbicê jî dê qebûl neke. Dê di ber xwe de bide."

    Bi heman mijarî:

    Li el Babê pevçûn: Leşkerekî tirk jiyana xwe ji dest da
    Balafirên şer ên Tirkiyeyê tûnelên DAIŞê yên li El Babê bombebaran kirin
    Erdogan: Piştî El Babê, Minbic û Reqqa tên
    Leşkerekî tirk li el Babê jiyana xwe ji dest da
    Artêşa Sûriyeyê kete El Babê
    Ji TSKê daxuyaniya el Babê: Ev 10 roj bûn, leşkerên me li heman cihî bûn
    Etîketan:
    Meclisa Leşkerî ya Minbicê, PYD, YPG, HSD, Taha Artaç, El Bab, Reqqa, Minbic, Tirkiye, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de