17:57 13 Kanûn 2017
Zindî
    Dilbilimci Necmiye Alpay

    Ji bo Necmiye Alpay heta 8 salan sizaya girtîgehê hat xwestin

    © Foto: Twitter
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 10

    Dozger ji bo Ayşe Necmiye Alpay a ku rojekê ji bo rojnameya Ozgur Gundemê bû gerînendeya giştî ya nobedar, heta 8 salan sizaya girtîgehê xwest.

    Doza nivîskar û zimanzana Tirk Ayşe Necmiye Alpay li 22yemîn Dadgeha Cezaya Giran a Stenbolê hat dîtin û Alpay bi xwe jî beşdarî danişîna dozê bû.

    Dozger îdia kir ku di hejmara rojnameya Ozgur gundmê ya 5ê Hezîrana 2016an de, ku Alpay wê rojê gerînendeya giştî ya nobedar bû, daxuyaniyên KCKê cih girtine û bi hinceta ‘propagandakirina rêxistinê' û ‘weşandina daxuyaniyên rêxistinê' ji bo Necmiye Ayşe Alpay xwest ku ji 2 salan heta 8 salan sizaya girtîgehê were dayîn.

    Doz ji bo ku parêzên Alpay parastina xwe amade bikin, taloqê dîrokeke din hat kirin.

    Bi heman mijarî:

    Asli Erdogan û Necmiye Alpay ji girtîgehê derketin
    Aslı Erdogan û Necmiye Alpay serbest hatin berdan
    Necmiye Alpay: Dadwer hewldanên min ên aştiyê sûc qebûl dike
    Necmiye Alpay hat girtin
    Asli Erdogan û Necmiye Alpay serbest hatin berdan
    Etîketan:
    sizaya girtîgehê, KCK, 22yemîn Dadgeha Cezaya Giran a Stenbolê, Nivîskara Tirk, Necmiye Ayşe Alpay, Stenbol
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de