07:43 21 Mijdar 2017
Zindî
    Îran - Alaya Îranê

    Helbestvanê kurd ê navdar Resûl Reş Ehmedî koça dawî kir

    © AFP 2017/ ATTA KENARE
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 3821

    Li bajarê Mehabadê yê kurdan nivîskar û helbestvanê kurd ê bi nav û deng Resûl Reş Ehmedî koça dawî kir.

    Li gorî agahiyên malperên kurdî yên Îranê nivîskar û helbestvanê kurd ê navdar Resûl Reş Ehmedî yê ku bi navê ‘Hellweda (Derwêş)' jî tê nasîn, duh roja duşemê li bajarê Mehabadê yê kurdan koça dawî kir.

    Helbestvanê kurd Ehmedî ligel helbestê nivîskarê berhemên çîrok û şanoyan jî bû. Resûl Reş Ehmedî xwediyên berhemên bi navê Bajaroka Şadiyê, Xezîneyê Bize, Şikoyê Ewîn û Berxole bû. Her wiha hinek berhemên Ehmedî jî ji bo weşandinê amade bû lê ji ber nebûna hevkarî û piştgiriyê nikarîbû belav bikira.

    Hat hînbûn ku helbestvanê kurd Resûl Reş Ehmedî wê îro li bajarê xwe Mehabadê li kêleka nivîskar û wêjevanên din ên kurd were binaxkirin.

    Ji aliyê din ve Partî Demokratî Kurdistan — Îran (PDK-Î) ji bo Resûl Reş Ehmedî ji gelê Mehabadê û wêjevanên kurd re sersaxî xwest.

    Bi heman mijarî:

    Helbestvanê kurd Rênas Jiyan hat desteserkirin
    Helbestvanê kurd ji bo bê dermankirin çû herêma Kurdistanê
    Îranê nehişt qedirzanîna helbestvanê kurd Celal Melekşa were bibîranin
    Nivîskarê kurd Elîxanê Memê li Ermenistanê çû ber dilovaniya xwe
    Etîketan:
    koça dawî kirin, PDK-Î, Helbestvanê kurd, Resûl Reş Ehmedî, Îran, Mehabad
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de