12:38 25 Mijdar 2017
Zindî
    Teqîna balafirxaneya ataturkê / Arşîv

    Îdianameya derbarê êrişa Balafirxaneya Ataturkê hate temamkirin

    © AFP 2017/ OZAN KOSE
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 1910

    Îdinameya ku derbarê 45 gumanbarên êrişa terorî ya ku di 28ê Hezîrana sala 2016an li dijî Balafirxaneya Ataturkê hate kirin de, hate amadekirin hate şandin bo Dadgeha 2emîn ya Cezaya Giran ya Bakirkoyê.

    Di îdianemeya ku ji aliyê Buroya Lêpirsîna Sucên Rêxistinî û Terorî ya bi ser Dozgeriya Komarê ya Bakirkoy a Stenbolê ve hatibû amdekirin de, behsa 45 gumanbaran tê kirin ku 41 ji wan girtî, 3 firarî û yek jê negirtî ye.

    Di îdianameyê de derbarê gumanbaran de ji ber sûcên ‘endamtiya rêxistinê', ‘binpêkirina makeqanûnê', ‘kuştina mirovan ya plankirî', ‘hewlana kuştina mirovan ya plankirî' û ‘zirardayîna mal û milkan' bo her yekî 46 caran muebeta girankirî û ji 2 hezaran 132 salan heta 3 hezar 342 salan cezayê girtîgehê tê xwestin.

    Bi heman mijarî:

    Li Balafirxaneya Ataturkê ji ber êrîşa Reinayê 2 kesên ne Tirkiyeyî hatin desteserkirin
    Li Balafirxaneya Ataturkê metirsiya rêwiyê DAIŞî
    7 gubanbarên din ê teqîna Balafirxaneya Ataturkê hatin girtin
    Derbarê 17 gumanbarên êrişa Balafirxaneya Ataturkê de daxwaza girtinê hate kirin
    Etîketan:
    balafirxaneya ataturkê, şerê li dijî daişê, êrişkar, gumanbar, stenbol
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de