08:31 13 Kanûn 2017
Zindî
    Îran - Alaya Îranê

    Îranê ji ber medyaya civakî sizaya zindanê da 4 kurdan

    © AFP 2017/ ATTA KENARE
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 20

    4 kurdên ji bajarê Seqizê yê girêdayî Eyaleta Kurdistanê ya Îranê bi îdiaya ku li ser medyaya civakî propagandaya partiyên kurdan kirine, hatin girtin û sizaya zîndanê li wan hat birîn.

    Darvekirin - Îdam
    © Flickr/ Jaime Pérez
    Li gorî agahiyên Komeleya Mafên Morivan a Kurdistanê (KMMK) li bajarê Seqizê yê Eyaleta Kurdistanê ya Îranê 4 kurd bi îdiaya ku li ser medyaya civakî (Telegram) propagandaya partiyên kurdan kirine hatin girtin.

    Dadgeha Seqizê ya Şoreşa Komara Îslamî ya Îranê ji wan her 4 kurdên bi navê Nasir Rehîmî, Hêmin Huseynî, Kamil Şerîfzade 6 meh, ji bo kurdê bi navê Xerîb Şerîfzade jî salek sizaya zindanê hat birîn. Dadgehê ev siza bi îdiaya ku propagandaya partiyên kurd ên li dijî Komara Îslamî ya Îranê kirine, da wan kurdan.

    Bi heman mijarî:

    Şandeke Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê çû Îranê
    Rejima Îranê dîsa du kolberên kurd kuştin
    Îranê girtiyekî kurd bi navê Tahir Seîdî îdam kir
    Wezîrê Îranê: Kurd ev 3 hezar sal in li ser vê axê dijîn
    Etîketan:
    kurd, sizaya zindanê, Komeleya Mafên Mirovan a Kurdistanê (KMMK), Dadgeha Seqizê ya Şoreşa Îslamî ya Îranê, Kamil Şerîfzade, Hêmin Huseynî, Nasir Rehîmî, Seqiz, Îran
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de