18:03 13 Kanûn 2017
Zindî
    Hesen Rûhanî

    Rûhanî cara pêşîn e diçe welatên Kendavê

    © AP Photo/
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 21

    Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî ji sala 2013an vir ve ev cara yekemîn e ku dê serdana welatên Kendavê bike.

    Li gorî daxuyaniya Tehranê Rûhanî sibe wê biçe Maskat a paytexta Ûmmanê û paşê jî wê biçe Kuweytê. Tê payîn ku Rûhanî li vir bi Mîrnişînê Kuweytê Sabah el Ahmed el Cabir el Sabah re hevdîtinê bike.

    EV SERDAN PIŞTÎ SERDANA WEZÎRÊ KARÊN DERVE YÊ KUWEYTÊ HAT ROJEVÊ

    Wezîrê Karên Derve yê Kuweytê Sabah el Xalid el Sabah meha borî serdana Îranê kiribû û ji bo diyaloga di navbera welatên Kendav û Îranê de peyamek ji Tehranê re anîbû. Rûhanî jî di meha rêbendanê de daxuyandibû ku Kuweyt jî di nav de 10 welatên Bendavê dixwazin di navbera Îran û Erebîstana Siûdî de navbeynkariyê bikin.

    Di serî Erebistana Siûdî, rêveberiya 6 welatên endam ên Konseya Hevkariya Welatên Ereb ên Kendavê Îranê bi îdiaya ‘ji bo dest biavêje karên navxweyî yên welatên Ereban mezhebitiyê bikar tîne' tawanbar dikin û ji ber vê yekê di polîtîkayên xwe yên derve de mesafeye dixin nava xwe û Îranê. Îran jî van tawanan red dikin.

    Erebistana Siûdî û Bahreynê di meha Rêbendana 2016an de eşkere kiribûn ku wan hemû têkiliyên xwe yên ligel Îranê birîne û welatên Kendavê yên din jî tevlî vê biryara wan bûbû. Lê Ûmman ev demeke dirêj e li hemberî vê polîtîkaya welatên Kendavê li ber xwe dide.

    Bi heman mijarî:

    Şandeke Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê çû Îranê
    Rejima Îranê dîsa du kolberên kurd kuştin
    Mela Bextiyar: Bêyî Îranê çareserî zehmet e
    Îran: Me komek DAIŞî girt ku dixwestin êrîşî pîrozbahiyên Salvgera Şoreşa Îranê bikin
    Îranê îdiayên derbarê ceribandina avêtina moşekan red kirin
    Rûsya: Em plan nakin pergala moşekên S-400î bifiroşin Îranê
    Etîketan:
    serdan, Mîrnişînê Kuweytê, Serokomarê Îranê, Sabah el Ahmed el Cabir el Sabah, Hesen Rûhanî, Kuweyt, Bahreyn, Erebistana Siûdî, Îran
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de