12:21 25 Mijdar 2017
Zindî
    Mehmûd Abbas

    Abbas: "Xwezî Netanyahu jî fêhm bike ku em aştiyê dixwazin"

    © AFP 2017/ ABBAS MOMANI
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 27 0 0

    Serokê Dewleta Filistînê Mehmûd Abbas ji bo aştiya navbera Filistîn û Îsraîlê ragihand ku xwezî Serokwezîr Benjamin Netanyahu jî fêhm bike ku em aştiyê dixwazin.

    Mehmûd Abbas li Ramallahê pêşwaziya heyeteke Îsraîlê ku ji parêzeran pêk dihat kir. Li gorî Ajansa Nûçe ya Filistînê (WAFA) hevdîtin li avahiya serokatiyê pêk hat. Abbas di axaftina xwe ya ji bo heyete de got. "Rêvebiriya Filistînê ji bo mafên navneteweyî, aştî û tesîskirina edaleteke mayînde dixebite."

    Abbas di berdewamiya axaftina xwe de got: "Ev hevdîtinên wiha di navbera herdu gelan de dibe bingeha lihevhatinê. Xwezî Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu jî fêhm bike ku em ji dil aştiyê dixwazin, ev demeke me destê aştiyê dirêj kiriye û tu tişt wê me ji rêya aştiyeke adîlane veneqetîne."

    Li gorî zanyariyan heyeta parêzer a Îsraîlê armanc dike ku ji bo tesîskirina peymana aştî piştgiriyê bide Serokê Filistînê Mahmud Abbas.

    Bi heman mijarî:

    Abbas: "Konferansa Parîsê ji bo çareseriya Filistînê firsend e"
    Mahmûd Abbas pêşwaziya heyeta Îsraîlê kir
    Abbas: "Ez amade me li Moskovayê bi Netanyahu re hevdîtinê bikim"
    Netanyahu bangî Abbas kir: "Were di parlamentoyê de biaxive"
    Kremlîn derbarê hevdîtina Netenyahû - Abbas de daxuyanî da
    Etîketan:
    Serokwezîrê Îsraîlê, Serokê Dewleta Filistînê, Benjamin Netanyahu, Mehmûd Abbas, Îsraîl, Filistîn
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de