05:34 21 Mijdar 2017
Zindî
    operasyona rizgarkirin a Mûsilê destpê kir

    Li Mûsilê êrişên xwekujî: 14 kuştî û 34 birîndar

    © AP Photo/ Adam Schreck
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 53 0 0

    Li herêma rojhilat a Mûsilê ku ji rêxistina terorîst a DAIŞê hatibû paqijkirin moşek îsabetî malekê kir. Di encamê de yek jê pitik 14 kes hatin kuştin û 34 kes jî birîndar bûn.

    Li taxa rojhilat a Mûsilê moşekekê îsabetî avahiyekê kir, di encama teqînê de yek jê pitik 14 kesî jiyana xwe ji dest da û 34 kes jî birîndar bûn.

    Yek ji efserê yekîneya Şaxa Tekoşîna Dijterorê yê Artêşê İsmail Davud di hevpeyvîna xwe ya AAyê de got: 2 êrişên xwekuj li herêma rojhilat li taxa Ez-Zehra li hemberî bazarekê êrişa xwekujî pêk anîn, di encama êrişê de 12 kes hatin kuştin û 33 kes jî birîndar bûn.

    İsmail Davud di berdewamiya axaftina xwe de got: "Di encama êrişa xwekujî de gelek avahî û dijanên derdorê jî zirar dîtin. Hêzên ewlehî hemû rêyên ku derdikevin herêmê ji çûnûhatina wesayîtan re girtin."

    MOŞEKÊ ÊRIŞÎ AVAHIYEKÊ KIR

    Miralayê Fermandariya Operasyona Nînovayê Ahmed el-Cuburî jî di axaftina xwe de got: "Li Taxa Ez-Zehrayê moşekek li avahiyekê ket, di encamê de pitikê yek salî û dayîka wî jiyana xwe ji dest da û keça wê jî birîndar bû. Moşek ji aliyê DAIŞê ve hat avêtin."

    Bi heman mijarî:

    Li rojhilatê Mûsilê qedexeya derketina derve hat ragihandin
    Li Mûsilê du teqîn rû dan: Herî kêm 5 kesan jiyana xwe ji dest da
    Fermandarekî DAIŞê li Mûsilê hat kuştin
    Artêşa Iraqê belavok li rojavayê Mûsilê belav kir
    Emîrekî DAIŞê li Mûsilê bi kêran hat kuştin
    Etîketan:
    14 kuştî û 34 birîndar, Li 13 bajaran operasyona îmamên FETO, Fermandariya Operasyona Nînovayê, Ahmed el-Cuburî, İsmail Davud, Mûsil, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de