03:00 25 Mijdar 2017
Zindî
    Milîtan

    DAIŞ: "Berxwe bidin, werin kuştin lê ji dest bernedin"

    © REUTERS/ Khalil Ashawi
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 4011

    Nivîskarê rojnameya Hurriyetê Abdulkadir Selvi di gotara xwe de ragihand ku yekîneyên îstîxbaratî peyama Waliyê El Babê yê DAIŞê bi dest xist. Walî di peyama xwe de ‘berxwebidin, werin kuştin lê ji dest bernedin.'

    DAIŞ
    © AP Photo/ Rased News Network via AP, File
    Nivîskar Abdulkadir Selvi axaftina Serokomar Recep Tayyip Erdogan a ku gotibû ‘em ê hem li qadê û hem jî li ser masê bin' şîrove kir û got: "Ev tê vê wateyê ku bi Baregeha Leşkerî ya Başîqayê li Iraqê û bi Operasyona Mertalê Firatê wê li Sûriyeyê hebin."

    Selvi di berdewamiya axaftina xwe de got: "Lewma Serokomar Erdogan got ‘piştî Operasyona Mertalê Firatê em ji El Babê venakişin, di dorê de Minbiç û Reqqa heye'. Ev perçeyê vê stratejiyê ye."

    Nivîskarê Hurriyetê di gotara xwe de got: Li El Babê ji dawiya hefteyê pê ve şerê bajarî destpê kir. DAIŞ ji El Babê venakişe. Yekîneyê me yên îstîxbaratê 10ê Sibatê roja înê peyama Waliyê Reqqayê ku ji milîtanen DAIŞê yên li El Babê re şand bi dest xist. Di peyamê de tê gotin ku ‘berxwebidin, bimrin, hetanî dawiyê şer bikin, lê wê derê ji derst bernedin.' Li El Babê 20 jê biyanî derdora 80-100 milîtanî berxwe dide."

    Selvi di dirêjiya gotara xwe de got: "El Bab ji rêxistina terorîst a DAIŞê tê paqijkirin û bi piştgiriya Tirkiye û Rûsyayê herêma tampon tê avakirin. Wê Artêşa Sûriyeya Azad (ASA) û leşkerên rejime neyên beramberî hev û dê wekî Qibrisê xeteke kesk were avakirin."

    Bi heman mijarî:

    DAIŞê El Bab tijî teqemenî kiriye
    Artêşa Tirk: Riya El Bab û Helebê bi temamî hat kontrolkirin
    Balafirên Tirkiyê El Bab bombardiman kir
    Artêşa Tirk: Rêya El Bab û Minbicê hate kontrolkirin
    Kurtulmuş: Hindik maye El Bab bê kontrolkirin
    Etîketan:
    Artêşa Sûriyeya Azad (ASA), Serokomarê Tirkiyeyê, DAIŞ, Abdulkadir Selvi, Recep Tayyip Erdogan, El Bab, Sûriye, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de