03:41 21 Mijdar 2017
Zindî
    Şewata petrolê

    Li Kerkûkê bîra petrolê teqiya: 3 mirî 7 jî birîndar

    © REUTERS/ arşiv
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 2510

    Hate ragihandin ku ji ber pesta zêde di bîrên petrole yê Bay Hesen ya li bajarê Kerkûkê de teqîn rû da ye û di encamê de jî 3 kedkar jiyana xwe ji dest dane, 7 kes jî birîndar bûne.

    Endamê Komîsyona Enerjiyê ya Meclîsa Kerkûkê Necat Huseyin ji ajansa Anadoluyê (AA) re ragihand ku di dema temîrata depoyên bîrên petrole yên Bay Hesen, ji ber pesta zêde teqîn pêk hatiye û di encamê de jî 3 kedkaran jiyana xwe ji dest dane û 7 kedkar jî birîndar bûne. Kesên birîndar bo derman kirinê sewqî navenda tenduristiyê kirine.

    Huseyin destnîşan kir ku li cihê bûyerê hêzên ewlekariyê derbarê teqînê di bîrên petrole de lêkolîn dane destpêkirin.

    Bîrên petrole yên Bay Hesen ji Hezîrana 2014an vir ve di bin kontrola Herêma Kurdistanê de ne. Rojê 200 warîl petrola xav, bi rêya xeta boriyê ya Yûmurtalik ê îxracê Keştîgeha Ceyhanê tên kirin.

    Bi heman mijarî:

    DAIŞ 3 bîrên petrolê da ber êgir
    16 bîrên petrolê yên li Mûsilê ku DAIŞê agir berdabû wan hatin tefandin
    DAIŞê êrîşê bîrên petrolê kir
    DAIŞe li Iraqê hemû bîrên xwe yên neftê wenda kirin
    Rûsya: ‘Bîrên petrolê yên DAIŞê hatin îmhakirin'
    Etîketan:
    pest, teqîn, petrol, bîr, Ajansa Anadoluyê (AA), Necat Huseyin, Kerkûk
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de