19:42 23 Mijdar 2017
Zindî
    HSD-QSD-

    Nûnertiya Rojava: Pêdiviya me bi alîkariya Tirkiyeyê tune ye

    © AFP 2017/ DELIL SOULEIMAN
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 8961

    Serokê Rojava yê li Moskowê Rodî Osman, diyar kir kurdê Rojava bêyî piştgiriya Tirkiyeyê dikarin bajarê Reqqayê rizgar bikin.

    Rodî Osman di axaftina xwe ya Sputnikê de got: ‘Me ji koalîsyona navneteweyî ya ku serkêşiya wê DYA dike re, diyar kir ku em dikarin bi tena serê xwe bêyî piştevaniya ti kesan, Reqqayê rizgar bikin. Jixwe şerê ku em li dijî DAIŞê dimeşînin, nîşan dide ku em dikarin herêmên welatê xwe rizgar bikin.'

    ‘DESTEKA TIRKIYE WÊ REWŞÊ ALOZ BIKE'

    Rodî Osman amaje kir ku pêdiviya wan bi desteka Tirkiyeyê re nîne û alîkariya Enqereyê wê rewşa herêmê aloz bike.

    Rayedarek Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) hefteya borî daxuyaniyek dabû û gotibû ku ew niha tenê bi qasî 5 kîlometre dûrî rojhilatê bakurê Reqqayê ne.

    Bi heman mijarî:

    HSD 9 km nêzîkî Reqqayê ye
    Xezeba Firatê ji bo Qonaxa Sêyem a kontrolkirina Reqqayê daxuyaniyek da
    Gundek din ê Reqqayê hat kontrolkirin
    Aldar Xelîl: Riya me dirêj e, ji Reqqayê wêdetir e
    Etîketan:
    nûnertiya rojava li moskowê, şerê li dijî daişê, hsd, rodî osman, reqqa
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de