08:19 22 Mijdar 2017
Zindî
    Aycan Irmez

    Parlamentera HDPê: Dema hûn çûn ser sindoqan bila Şirnex were bîra we

    © Foto: Facebook
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    Sertaç Kayar
    0 7721

    Parlamentera HDPê Aycan Irmez diyarkir ku di her pêvajoyê de tê xwestin ku Şirnex were valakirin lê Şirnexî herdem li axa xwe xwedî derketine, lê di şert û mercên zivistanê de jiyane her roj diçe zor û zehmet dibe û banga hevkarîya Şirnex kir. Irmez di derbarê referandumê de jî got "Heger pergala nû were dê her der dibe weke Şirnex."

    Li bajarê kevnare Şirnexê 14ê Adara 2016an û vir ve ji bo demeke dirêj qedexeya derketina derve hat ragihandin û bajar wêran bû. Bi operasyon û pevçunên di nava bajêr de Şirnex ji sedî 70yî xerabû. Her çiqas operasyon di 3yê Hezirana 2016an de bi dawî bûbe jî qedexe nehate rakirin û piştî operasyonan, ji bo xerakirina mal û avahiyên Şirnexê şîrketên taybet bi destûra hikûmeta AKPê dest bi kar kirin.. Di vê demê de destûr ji bo gel nehate dayin ku biçin tiştên xwe ji xaniyên xwe derxin û hate hînbun ku şirketetan tev li tiştên xaniyan ihale girtîne. Di vê pêvajoyê de nêzîkî 60 hesar kes ji ber şer neçad man ji malên xwe derkevin. Bi hezaran kes li derdora Şirnexê di konan jiyana xwe berdewam kirin. Gelek ji wan jî li navçe û gundên derdorê bi cîh bûn. Piştî ku qedexe di 14 Mijdarê de hate rakirin derket holê ku ji 12 taxên Şirnex 8 jê bi tevahî hilweşîyaye û êdi cihên xaniyên welatiyan jî ne diyare.

    ŞERT Û MERCÊN JIYANÊ ZOR Û ZEHMET DIBE

    Tevlî vê hilweşandinê welatiyên Şirnex dîsa axa xwe terk nekirin û di şert û mercên zor û zehmet de jiyana xwe berdewamkirin. Lê bi hatina zivistanê re êdi şert û mercên jiyanê zehmetir bû. Niha li navenda Şirnexê 3 an jî 4 malbat di xaniyekî yek ode yan jî 3 ode de dimînin. Gelek ji wan jî tişt tuneye ku li hindirê malê raxin. Her wiha gelek caran alikariyên ji hêla HDPê, DBPê û hin saziyên sivîl ve hatin kirin jî ji aliyê hêzen ewlehiyê ve hate astengkirin û negihîşt malbatan.

    PARLAMENTERA HDPÊ IRMEZ: JI 12 TAXAN 8 TAX HAT RUXANDİN

    Parlamantera HDPê ya Şirnex Aycan Irmez derbarê rewşa dawî ya Şirnexê de ji Sputnik Kurdistan re axifî. Irmez got ku Şirnex herdem rastî politikayên tund hatiye, lê di vê pêvajoyê de ev politika hêj giran bûye. Irmez wiha got: "Di 14 Adarê de qedexe destpêkir û 14ê Mijdara 2016an hate rakirin. Dirêjkirina qedexê hemû ji bo xerakirina Şirnexê bû. Her çiqas di 3yê Heziranê de operasyon bi dawî bû jî lê mixabin qedexe ranekirin. Heta 14 Mijdarê berdewamkir û ji 12 taxan 8 tax tev xerakirin. Di wê qedexê de gel Şirnex berneda û yên ku imkanên wan hebû li Şirnexê man û xaniyê xwe parastin. Yên ku imkanên wan tunebûn jî li derdora Şirnexê kon vekirin u li wir man. Yanî gel li Şirnexê xwedî derket û axa xwe terk nekir. Şirnex di tekoşina Kurdistanê de û di tekoşina tevgera Kurdistanê de cihekî pir muhîm û stratejik e. Dewlet jî herdem politikayên cûda li ser Şirnex dimeşîne."

    'DI HER PÊVAJOYÊ TÊ XWESTIN KU ŞIRNEX BÊ VALAKIRIN'

    Irmez got ku ku herdem ji bo valakirina Şirnexê politikayên tundiyê hatiye meşandin û wiha berdewamkir: "Politikaya valakirina Şirnexê ne tenê di dema AKPê de, di demên 1990î de jî hate meşandin. Di sala 1992ê de ez zarok bûm û tê bira mîn ku heman politika hate meşandin. Her wiha waliyê wê demê Mustafa Malay di sala 2014an de di hevpeyvînek xwe de li vê yekê mikur hat û got 'Me gelek kes kuştin, jin, zarok kuştin. me ji Enqerê re got.' Di salên 1990î de çi be niha jî wusa ye û heman politika tê meşandin. Politikayên hîn giran tê meşandin. Bi rojan li ser malan dan û xwestin Şirnexê vala bikin."

    'LI HINEK MALAN SOBE TUNEYE'

    Irmez derbarê rewşa dawî ya Şirnexê de jî agahî da û anî ziman ku di zivistanê jiyan zor û zehmet bûye. Irmez wiha axifî: "Şert û mercên jiyanê zehmet bûye. Dema qedexê havîn bû lê niha zivistin e û gel nikare di konan de bimîne. Niha berf e û sar e. Dema em diçin serdanên malbatan me dît ku sobeyên hinek malan tune. Di wê demê de nehiştin gel tiştên xwe jî ji malên xwe derxin. Qedexe jî xelas bû lê dîsa nehiştin ku gel biçe malên xwe. Dema ku gel di got 'Em ê biçin tiştên xwe derxin' di gotin 'herin ala tirk li ser malê daleqinin eme wisa destûr bidin' lê gel qebulnekir. Ew tişten di xaniyan de, bi destê dewletê şirketên ku ihaleya xerakirinê girtin, dest danîn ser. İhale tevli tiştên malan dan şirketan û tev firotin."

    ‘EM LI ŞIRNEXÊ XWEDÎ DERKEVIN EM XWEDÎ LI KURDISTANÊ DERDIKEVIN'

    Irmez ji bo hevkarîya Şirnexê ev bang kir: "İro em li Şirnexê xwedê derkevin em xwedî li Kurdistanê derdikevin. Şirnex û gelê Şirnexê di vê tekoşinê de gelek bedelên giran daye. Şirnex dilê Kurdistanê ye. Divê em li dilê xwe xwedî derkevin. Di vî şerî de jin, zarok hemû kes mexdur bûn. Dema em diçin serdana malan em dibînin ku kincên zarokan tune ye, doşek tune ye ku li ser razên. Em çûn serdana dayikekê, berîya qedexeyê xaniyê wê yê 4 tebeq hebû lê niha tiştek tune ye, tenê paçikek li hindir raxistîye. Gel wisa jiyan dike. Şirnex herdem li ziman û nasnameya xwe xwedî derketîye. Divê gelê kurd û gelê Tirkeyê yên demokrat û çepgir xwedi li Şirnexê derkeve."

    'HEGER PERGALA NÛ WERE DÊ HER DER BİBE WEKE ŞIRNEX'

    Irmez derbarê referandumê de jî axifî û got: "Heke ku tê xwestin ev pergala nû bê fêmkirin divê hemû kes li Şirnexê binêre. Heger ev pergal were guhertin dê hemû der bibe weke Şirnexê. Li Şirnex jî ev pergala yek kesî weke 'yek ziman, yek ol, yek netew' hate meşandin. Ji ber vê, gel dê bi 'Na'yê bersivê bide şerê ku didome. Heke ji guherandina rejîmê re 'Na' bê gotin, dê li Cizirê ji şewitandina mirovan, li Şirnexê ji rûxandinê re 'Na' bê gotin û dê li dijî van pêkatiyan bibe bersiv. Referandûm, ji bo nixumandina sûcên şerî, guherandina Qanûna Bingehîn e. Bi guherandina Qanûna Bingehîn dixwazin Sedam û Qedafiyekî nû biafirînin. Ji ber vê dema ku çûn ser sandoqan divê li Şirnexê binêrin."

    Bi heman mijarî:

    Alîkarê Serokwezîr Kurtulmuş: HDP bo Tirkiyeyê şansek bû
    AKP, CHP, HDP û MHPê li Parlamenê êrîşa Îzmîrê şermezar kir
    Li Rihayê 13 endamên HDP û DBPê hatin girtin
    HDP qetlîama Roboskiyê bibîr anî
    HDP xwest bûyera şewitandina 2 leşkeran bê ronîkirin
    HDP: Divê ji berpirsên vê kuştinkariya siyasî hesab bê pirsîn
    HDP: Li Geverê 90 kes hatin kuştin
    Etîketan:
    merc, zehmetî, şert, rewş, bang, hevkarî, Sputnik Kurdistan, Aycan Irmez, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de