17:55 23 Mijdar 2017
Zindî
    Bajarê kevnare yê Palmîrayê

    Artêşa Sûriyeyê bi piştgiriya Rûsyayê li Palmîrayê bi pêş ve diçe

    © AFP 2017/ STR
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 2230

    Artêşa Sûriyeyê bi piştgiriya balafirên Rûsyayê ber bi bajarê dîrokî Palmîrayê ve diçe. Tenê 20 kîlometre mane ku bigihêjin Palmîrayê ya ku DAIŞ dagir kiriye.

    Wezreta Parastinê ya Rûsyayê wiha ragihand: "Artêşa Hikûmeta Sûriyeyê bi piştgiriya balafirên Rûsyayê li ser bipêşveçûna ber bi Palmîrayê ve berdewam in; kêmî 20 kîlometreyan mane. Hêzên Hewayî yên Rûsyayê bêtirî 90 sortiyî pêk anîn."

    Herwiha di daxuyaniyê de hat ragihandin ku Artêşa Sûriyeyê 180 sengerên milîtanên DAIŞê ruxandine ku 60 ji wan baregehên gelekî qayim bûn, 15 ji wan embarên bi navgîn û cebilxane bûn, 43 ji wan navgînên zirxî, jîp û çekên giran bûn û wiha dewam kir: Bêtirî 200 terorîstî hatin kuştin."

    Ji aliyê din ve, hat ragihandin ku Artêşa Sûriyeyê li parêzgeha Humsê 805 kilometreyên çargoşeyî kontrol kirine û ji 7ê Sibatê ve jî 22 kîlometre kontrol kirine.

    Di meha Berfanbera 2016an de, Hêzên Hikûmeta Sûriyeyê neçar mabûn ku ji Palmîrayê derkevin, piştî ku DAIŞê êrîşî bajarî kir. Piştî wê terorîst bi qasî 90 kîlometreyî ber bi bajarê Humsê ve çûn û hinek gir û gundên giring li nêzîkî Palmîrayê bi dest xistin. Herwiha wan hewl da ku baregeha T-4ê jî bistînin lê Hêzên Hikûmeta Sûriyeyê ew rawestandin.

    Bi heman mijarî:

    Rûsyayê, wêraniya ku DAIŞê li Palmîrayê kir girte kamerayan
    'Ka-52 û Su-25 beşdarî rizgarkirina Palmîrayê dibin'
    Artêşa Sûriyeyê li Palmîrayê dijî DAIŞê operasyon da destpêkirin
    Li nêz Palmîrayê fermandarekî DAIŞê hat kuştin
    Artêşa Sûriyeyê DAIŞ ji derdora Palmîrayê qewirand
    Esad: Artêşa Sûriye piştî rizgarkirina Helebê wê berê xwe bi de Palmîrayê
    Etîketan:
    Wezareta Parastinê ya Rûsyayê, Hums, Palmîra, Sûriye, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de