16:32 21 Mijdar 2017
Zindî
    Recep Tayyip Erdogan

    Erdogan: Wê ereb û tirkman li herêmên ewle bêne bicihkirin

    © Foto: AA
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    15521

    Serokomarê Tirkiyeyê Tayîp Erdogan daxuyand ku: ‘Dema ku me berê xwe da Minbiç û Reqayê û ger em li gel hêzên koalîsyonê re gavên hevpar bavêjin, wê li herêmên ewle bêhtir birayên me yên ereb û tirkman firseta bicihbûnê bibînin.'

    Erdogan di dema civîna Enstîtuya Aştiyê ya Navneteweyî ya ku li Bahreynê tê lidarxistin de derbarê rojevê de axivî. Çend sernavên ji axaftina Erdogan wiha ne:

    • (Operasyona Mertala Firatê) Gavên me tenê bo armancekê ye. Piştî wê em ê berê xwe bidin Minbiç û Reqqayê. Ger em li gel hêzên koalîsyonê gavên hevpar bavêji, em ê li herêma ewle bi taybetî jî birayên xwe yên ereb û tirkmanan bicih bikin.
    • Li herêma 2 hezar kilometre ya ku beriya demekê terorîstan lê tûr davetin, niha bi saya me bû herêma ewle û hêviyê, lê ev ne bes e. Armanca me ew ku em herêmeke bi qasî 4-5 hezar kşlometreyan ji terorê paqij bikin û bikin herêma ewle. Xebatên me didom in.


    ‘DAIŞ, RÛREŞÊN MISILMANAN IN'

    DAIŞ, rêxistineke terorî ye, lewra dînê me dînê aştiyê ye. Mixabin DAIŞ her karên terorî dike û kesên bê sûc û guneh kuştine. Ew mirovên wiha ti caran nabin misilman. Em niha her di bin gafên DAIŞê de ne. DAIŞ rûreşên misilmanan in.

    Hemû cîhan ji ber wan ji Misilmanan aciz in. Me vê yekê heq nekir.

    ÎSLAM RADÎKALIYÊ NAPEJIRÎNE

    Niha li gelek deverên cîhanê kesên ku îsal û terorê wek hev dibinin hene. ez ji vir bagî wan dikim. Bila ti kes teror û îslamê wek hev nebîne. Lewra Îslam radîkalîzmê napejirîne.

    ‘BEŞAR, EV RÊ NE TI RÊ YE'

    Erdogan di dirêjahiya axaftina xwe de derbarê Serokê Sûriyeyê Beşar Esad de jî axivî û got: ‘Esad di serî de bi nêrîneke cuda li buyeran dinêrî. Bi hêza xwe gelekî bawer bû, ji ber vê nedifikirî ku welatê wî di vî halî keve. Min heval û wezîrên xwe şandin ba wî. Paşê şeveke meha Remezanê ez lê geriyam û min got: ‘Beşar, ev rê ne ti rê ye. Sibê îne vî karî êdî bi dawî bike. Bes bi tankan bi ser welatiyan ve biçe. Wer ji vê rêyê veger.' Lê piştî wê rojê 360 kesan kuştin. Di dema nimêja iniyê gel şehîd kirin. Me jî têkiliyên xwe pê re birî.  Em din ava lêgerîneke dîplomatîk û siyasî de bûn. Ji rojhilatê Helebê me 45 hezar kesan derxistin. Em niha hemû pêdiviyê wan kesan peyda dikin. Piştî Astanayê niha civînên Cenevreyê jî dest pê kirin. Ez hêvî dikim ku bi saya gavên ku wê li Cenevreyê bên avêtin, agirbesta li herêmê xurttir bibe.'

     

    Bi heman mijarî:

    Erdogan: Piştî El Babê, Minbic û Reqqa tên
    Hevdîtina Erdogan û Guterres bi dawî bû
    Yuriy Şviytkin: Erdogan dizane ku Rûsya hevalbendeke kilît e
    Erdogan guherîna Destûra Bingehîn pesend kir
    Etîketan:
    radîkalî, rûreşî, şerê li dijî daiş, tayîp erdogan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de