12:34 25 Mijdar 2017
Zindî
    Yavuz Oğhan

    ÇGDê xelateke din da bernameya Yavuz Oghan

    © Sputnik.
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 1010

    Komeleya Rojnamevanên Hemdem (ÇGD) careke din xelat da bernameya 'Bi De Bunu Dinle' a Yavuz Oghanê RS FMe ku partnerê Ajansa Nûçe ya Spûtnîkê ye.

    Lijneya Rêvebiriya Giştî ya Komeleya Rojnamevanên Hemdem di encama nirxandinan de rojnamevanên serkeftî yên sala 2016an diyar kir.

    ÇGDê di xelata bernameya radyoyê de careke din Yavuz Oghanê ku bernameya ‘Bi De Bunu Dinle' ya RS FMê ku amade û pêşkêş dike layîq dît û xelat da Oghan. Bernameya ‘Bi De Bunu Dinle' nava hefteyê her roj bi rojeva Tirkiye û cihanê derdikeve pêşberî guhdarvanan.

    BERÊ JÎ XELATA TGC Û ÇGDÊ WERGIRTIBÛ

    RS FM, di 1ê Nîsana 2012an de dest bi weşanê kir û niha hê jî li Stenbol û Bursayê bi frekansa 106.4 û li Kocaeliyê jî bi frekansa 93.4ê weşana xwe didomîne.

    Radyo Spûtnîk (RS) FM, berê jî di 'En İyi Haber Programı' de layîqî xelatê hatibû dîtin û xelat ji Cemiyeta Rojnamevanên Tirkiyeyê (TGC) û Komeleya Rojnamevanên Hemdem (ÇGD) wergirtibû.

    Yavuz Oghan herî dawî di 7ê îlona 2015an de ji ber bernameya 'Bi De Bunu Dinle' xelat ji Komeleya Rojnamevanên Hemdem (ÇGD) standibû.

    Bi heman mijarî:

    Saziya Rojnamevanên Tirkiyeyê xelat da RS FM ê
    Li Qoserê deriyê Radyo Rengînê hat mohr kirin
    Spûtnîk dê beşdarî pîrozbahiyên Roja Radyoyê ya Cîhanî bibe
    Spûtnîk lîsteya wesayîtên DAIŞê belav dike
    Dîrektorê Istixbarata Neteweyî ya DYAyê: Ji Spûtnîk û RTyê aciz im
    Etîketan:
    Cemiyeta Rojnamevanên Tirkiyeyê (TGC), Komeleya Rojnamevanên Hemdem (ÇGD), Radyoya RS FMê, Yavuz Oghan, Stenbol, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de