21:40 22 Mijdar 2017
Zindî
    Keyhan Kelhûr

    Koma ku kemançejenê kurd jî tê de xelata baştirîn albûm wergirt

    © Foto: FB
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 6620

    Koma Rêya Hevrîşmî ( The Silk Road Ensemble) ya ku ku kemançejenê kirmanşanî Keyhan Kelhûr jî tê de, xelata Grammy a baştirîn albuma 2017an wergirt.

    2017 Grammy xelata baştirîn albûma cîhanê da Koma Rêya Hevrîşmî (The Silk Road Ensemble) ya ku Kemançejenê kurd Keyhan Kelhûr endamê wê ye.

    Ev xelat ji bo hunermendên navdewletî ye ku muzîka wan "ne ewopayî lê herêmî û gerdîşî" ye. Xelat ji sala 1992an de tê dayîn ku cara pêşî Mickey Hart ji bo albûma Planet Drum hatibû xelatkirin.

    KEYHAN KELHÛR KÎ YE?

    Keyhan Kelhur di sala 1963an de li Kirmanşanê ji dayik bûye û amûra wî sereke ya muzîkê kemençe ye lê li gel wê li çend amûrên din jî dide. Kelhûr wek hosteyê muzîka kurdî, farisî  Di 7 saliya xwe de dest bi xwendina muzîkê kir û di 13 saliya xwe de Orkestreya Neteweyî ya Radyoyê de lê da.

    Herwiha niha endamekî koma Kemençejen e, Koma  Rêya Hevrîşmî(Silk Road Ensemble) e ku ji muzîkjenên li seranserê cîhanê pêk tê.

    Kelhur bi stranbêj û muzîkjenên kurd ên deverên din re jî straye wek Erdal Erznican û Aynur Doganê re jî xebat kirine.

    Bi heman mijarî:

    Zanîngeha Medipolê muzîka strana kurdî bi kar aniye
    Li Stenbolê êrîşî karkerên li muzîka kurdî guhdarî dikirin kirin
    UNESCO dê muzîka kurdî biparêze!
    Dilşad Seîd ji ber nexweşiyê ji muzîkê dûr dikeve
    Ji Pûtîn ziyafeta muzîkê
    Festîvala Muzîkê Leşkerî ya Navneteweyî li Moskovayê dest pê kir
    Etîketan:
    kemançejen, kurdî, Koma Rêya Hevrîşmî, Keyhan Kelhûr, Îran
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de