03:46 21 Mijdar 2017
Zindî
    Serge Djiehoua

    Futbolîst Djiehua: Min navê Cizîr û Rizeyê tevlihev kir loma min qebûl kir

    © Foto: Twitter
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 5811

    Serge Djiehoua yê ku demekê di Antalyasporê de lîstikvanê futbolê bû got, "Min navê Cizîr û Rizeyê tevlihev kir loma min daxwaz qebûl kir. Jixwe dema bûyerên Kobanê dest pê kirin ez veqetiyam ji wir."

    Serge Djiehoua yê ku ji welatê Kot Dîvar e (Perava Didanê Fîlan) û li Tirkiyeyê di tîmên wekî Bursaspor û Antalyasporê de dilîst ji bo malpera Kramponlu Psigorê axivî û di derbarê trasnfera wî ya ji bo Cîzresporê li xwe mikur hat.

    ‘GAV KU BÛYERÊN KOBANÊ DEST PÊ KIRIN, EZ VEQETIYAM'

    Ji hinek gotinên daxuyaniya Djiehoua ev in:

    ​"Gava ku min di tîma Antalyasporê de dilîst, min hîç navê Cizîrê nebihîstibû. Min li Tûnisê dilîst. Wê gavê menajerek li min geriya û got ji Tirkiyeyê tîmeke bi navê Cizîrê te dixwaze û min jî qebûl kir. Ji ber ku min Cizîr wek Rizeyê fêm kiribû. Gava ku ez hatim balafirxaneyê, min li qerta xwe ya balafirê nêrî û min dît ku tê de Cizîr nivisiye. Min hîç nizanîbû Cizîr cihekî çawa ye. Gava ez çûm wir jî ez wek futbolîstekî mezin pêşwazî kirim. Ez li wir kêm mam ji ber ku bûyerên Kobanê dest pê kiribûn û ez tirsiyabûm. Ji ber vê yekê ez zû ji vir veqetiyam."

    Bi heman mijarî:

    Bi KHK ya nû Cizrespor û Şirnak Belediye Spor jî hatin girtin
    Amedspor û Fenerbahçe îro tên pêşberî hev
    Hevrikên Amedspor û Dersimsporê diyar bûn
    Amedspor: Dixwazin têkoşîna me qels bikin
    Amedspor 3 puan ji Ankaragucuyê stendin
    Etîketan:
    Antalyaspor, Cizrespor, Bursaspor, Serge Djiehua, Tûnis, Rize, Cizîr
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de