05:45 21 Mijdar 2017
Zindî
    Leşkerên Îranê

    Rejima Îranê dîsa du kolberên kurd kuştin

    © AFP 2017/ ISNA / HOSSEIN HOSSEINZADEH
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 2303

    Hat ragihandin ku hêzên rejima Îranê li herêma Selmasê êrişî grûbeke kolberan kir û di encama êrişê de 2 kolberên kurd hatin kuştin.

    Li herêma sînorê di navbera Herêma Kurdistan û Îranê de kuştin, mirin û birîndarbûna kolberên kurd, yên ku tekane rêya jiyana wan kolberî ye, didome.

    Li gorî zanyariyên berdest, duhî li herêma bajarê Selmasê komek kolberên kurd rastî êrişa hêzên rejima Îranê hatin. Di encama wê êrişê de 2 kolberên kurd hatin kuştin û 2 kolber jî giran birîndar bûn. Kolberên birîndar rakirin nexweşxaneya Xumeynî ya Urmiyê.

    Hat ragihandin ku kolberên hatine kuştin, xelkê gundê Xurxure yê bajarê Selmasê bûne û navê yekî Dariyûş Paşayî û navê yê din jî Xosro Kazimî ye.

    Bi heman mijarî:

    Li bajarê Pîranşarê 3 kolberên kurd di bin berfê de man
    Li bajarê Serdeştê 15 kolberên kurd di binê aşîtê de man: 4an jiyana xwe ji dest da
    Leşkerên Îranê 5 kolberên Kurd birîndar kirin
    Kurdên li Îranê li dijî kuştina kolberên kurd dest bi kampanyayekê kirin
    Pasdaran dîsa êrişî kolberên kurd kir
    Etîketan:
    Îranê dîsa 2 kolberên kurd kuştin, Xosro Kazimî, Dariyûş Paşayî, Selmas, Îran
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de