00:06 21 Mijdar 2017
Zindî
    Kemal Kiliçdaroglu

    Kiliçdaroglu: "Mal bi mal bigerin"

    © REUTERS/ UMIT BEKTAS
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 1601

    Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu ji bo referandumê bangi partiyiyan kir û ragihand ku divê hûn mal bi mal bigerin û bi dengdêran re têkevin têkiliyê.

    Li gorî nûçeya rojnameya Hurriyetê, CHP ji bo ku bikaribe dengdêran qanih bike wê mal bi mal bigere û bi dengdêran re têkiliyê deyne û qanih bike.

    Serokê CHPê di axaftina xwe de got: "Ji bo ku kes li Kemal Kiliçdaroglu guhdarî neke di nava tevgerê de ne. Bi biryarnameya hikmî ya dawî ji bo ku ceza ji medya hawiz re neyê nivîsandin ‘prensîba wekheviyê' jî rakirin. Ji bo ku bi gengazî wê cih bidana axaftinên me jî, niha ew jî rakirin. Ji bo referandumeke adil astengiyan derdixînin. Tenê TRT dimîne ku ew jî ji xwe di bin kontrola hikûmetê de ye."

    ‘EM Ê BI GERE XWE BIGIHÎNIN DENGDÊRAN'

    Kiliçdaroglu li hemberî pirsa partiyiyan a ku em ê xwe çawa bigihînin dengdêran bersivand û got: "Em ê bi gerê xwe bigihînin dengdêran. Mal bi mal em ê bigerin û rû bi rû em ê têkiliyê bi dengdêran re deynin. Ya em ê rêyeke nû bibînin, an jî em ê rêyeke nû çêbikin. Li hemberî vê tabloyê bêhêvî nebin."

    Bi heman mijarî:

    Kiliçdaroglu xwest Turkmen ji Dîwana Serokatiyê îstîfa bike
    Kiliçdaroglu: "Di referandumê de ‘na' qezenç bike wê rewşa fiîlî biqede"
    Kiliçdaroglu: "Parlamentoyê bi dewirkirina erka xwe xiyanet li dîroka xwe kir"
    Hevdîtina Kiliçdaroglu û Bahçeli bi dawî bû
    Dosyeya parêzbendî ya Kiliçdaroglu û gelek parlamenterên HDPê çû parlamentoyê
    Etîketan:
    Amadehiyên dengdayîna referandumê, Serokê Giştî yê CHPê, Kemal Kiliçdaroglu, Enqere, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de