11:15 21 Mijdar 2017
Zindî
    Abdülgadir Masharipov

    ‘Êrişkarê Reînayê cezayê îdamê xwest'

    © Foto: Twitter
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 15 0 0

    Hat îdîakirin ku êrişkarê klûba Reînayê Abdulgadir Mashariovê ku du roj berê hat girtin di îfadeya xwe ya dadgehê de cezayê îdamê ji bo xwe xwestiye.

    Endamê rêxistina terorîst ê DAIŞê Abdulgadir Masharipov ku şeva sersalê di êrişa klûba Reîna ya Ortakoya Stenbolê de 39 kes kuştin du roj berê ji terefê 11emîn Dadgeha Ceza ya Sulhê ya Nobedar ve hat girtin û ew şandin Girtîgeha Silivriyê.

    Masharipov di îfadeya xwe ya dadgehê de got: "Di dema êrişê de piştî ku fîşekên min qediyan ji bo ku ez întîxar bikim min flashbang li rûyê xwe girt lê ez nemirim. Ji bo ku ez nebim dîl min ê xwe bikuşta. Lê tiştek nebû. Ya rastî ji bo ku ez werim kuştin ez ketibûm wir, lê ez nemirin. Heke hûn cezayê îdamê j imin re bibirin wê baş be."

    ‘ARMANCA MIN KUŞTINA XRÎSTIYANAN BÛ'

    Li gorî nûçeya Nazif Kahramanê rojnameya Sabahê Masharipov di berdewamiya îfadeya xwe ya dadgehê de got: "Armanca min kuştina xrîstiyanan bû. Kesê bi navê Ebû Cihad ku niha li Sûriyeyê ye j imin xwest ku li Taksîmê çalakiyekê li dar bixim. Ebû Cihad ji min re got ‘piraniya xrîstiyan li Taksîmê li cihekî kom dibin û merasîma cejnê dikin'. Min li Afganistanê perwerdeya bikaranîna çekan dît."

    Bi heman mijarî:

    Masharipov: "Min dixwest bi kurê xwe re birevim"
    Êrişkarê Reînayê hat girtin
    Êrişkarê Reînayê sewkî edliyeyê kirin
    Jina êrîşkarê Reînayê jî di nav de 11 kes hatin girtin
    Ji êrîşa Reînayê 9 kes hatin girtin
    14 kesên ji bo êrîşa Reînayê sewqî mehkemeyê bûn
    Etîketan:
    Rêxistina terorîst a DAIŞê, Êrişkarê klûba Reînayê, Abdulgadir Masharipov, Stenbol, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de