14:48 21 Mijdar 2017
Zindî
    Hamas

    Hamasê bertek nîşanî biryara Îsraîlê ya 'qedexeya ezanê' da

    © REUTERS/ Ibraheem Abu Mustafa
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 6 0 0

    Hamasê bertek nîşanî biryara Parlamentoya Îsraîlê (Knesset) ya ‘qedexeya ezanê' ku ji hoparlaron xwendina ezanê qedexe kir.

    Berdevkê Hamasê Hazim Qasim di daxuyaniya xwe ya nivîskî de ragihand ku Parlamentoya Îsraîlê herî dawî bi pêşnûmaya qedexeya ezanê polîtîkaya xwe ya nîjadî li hemberî filistiniyan didomîne.

    Hazim Qasim di berdewamiya daxuyaniya xwe de got: "Erêkirina komisyona rêzikdanînê îspata polîtîkayên nîjadî ya li hemberî gelê filistînî ye. Ev pêşnûma nîşaneya astengkirina hemû nirx û sembolên olî ye û rasterast nasnameya îslamî hedef digire."

    Qasim di dawiya axaftin axwe de got. "Îsraîl bi van kiryarên xwe nikare gelê Filistînê ji doza wan vegerîne û hetanî axa Filistînê azad bibe gel wê tekoşîna xwe bidomîne."

    Bi heman mijarî:

    Hamas û Îran nêzî hev dibin
    Hamas: Gava ku em hemû rastiyan ragihînin hemû cîhan wê matmayî bimîne
    ‘Hamas, Facebookê wek amûreke terorî bikartîne'
    Hamas: Tirkiyeyê dev ji rakirina dorpêçkirinê ya Xazzeyê berda
    Hamas dê 13 kesan li ber çavên gel dardebike!
    Etîketan:
    Parlamentoya Îsraîlê (Knesset), Biryara qedexeya ezanê, Berdevkê Hamasê, Hazim Qasim, Îsraîl, Filistîn
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de