21:40 22 Mijdar 2017
Zindî
    Alaya Emîratên Erebî

    Îmarata Erebî baregeha leşkerî li Somalîlandê ava dike

    © Flickr/ Paolo Rosa
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 1722

    Parlamentoya Somalîlandê yê herêma serbixwe ku girêdayê Somaliyê ye bo avakirina baregeha leşkeri ya li erde xwe ya Îmarata Erebî erê kir.

    Di dengdayîna li parlamnetoyê de 144 parlamenteran bo baregehê dengên erê bikar anîn, 2 parlamenter bêalî man û 2 parlamenteran jî dengê neyînî bikar anîn.

    Serokê Herêma Somalîlandê Ahmed Sîlonyo, ragihand ku piştgirî didin vê projeye.

    Divê navberê de rayedarek ku nexwest navê wî bê eşkerekirin destnîşan kir ku Îmarata Erebî dê vê baregehê li dijî Hûsiyên Yemenê bikar bîne.

    Îmarata Erebî serlêdana fermî di meha rêbendanê de bo avakirina baregehê ya li bajaroka Berberayê yê Somalîlnandê, kiribû. Komara Somalînladê ya serbixwe di sala 1991an de yekalî biryara cihêbûnê dabû. Lê Hikûmeta Somaliyê û Neteweyên Yekbûyî vê biryarê nasnakin.

    Bi heman mijarî:

    Ji Gûantanamoyê 15 mehkûm şandin Îmarata Erebî
    Li gorî Tirkiyeyê, li pişta derbeya leşkerî Misir û Îmarata Erebî heye
    Îmarata Erebî: "Şerê Yemenê ji bo me qediya"
    Îmarata Erebî: ‘Di navbera DAIŞ û Heşdî Şebî de cûdahî nîne'
    Etîketan:
    dengdayîn, parlamenter, baregeh, Ahmed Sîlonyo, Îmarata Erebî
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de