08:33 22 Mijdar 2017
Zindî
    Artêşa Iraqê

    Li dijî hucre yên DAIŞê operasyon dan destpêkirin

    © REUTERS/ Azad Lashkari
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 2610

    Hate ragihandin ku hêzên ewlehiyê yên Iraqê li rojhilatê parêzgeha Diyala bi armanca eşkerekirina hucre yên DAIŞê dest bi operasyoneke berfireh kirine.

    Parêzgarê Diyalayê Musena Temîmî diyar kir ku "Bi armanca wêrankirina veşargehên DAIŞê û eşkerekirina hucre yên wê rêxistinê û ew çekdarên ku ji bajarê Mûsilê û navçeya Hewîceyê ve reviyane û berê xwe dane wan deveran, herwiha ji bo parastina ewlehiya rêyên li bakurê Diyalayê û qutkirina rêyên gihandina alîkariyên lojîstîk bo terorîstên DAIŞê, ew çend roj in ku hêzên artêşê, polês û Heşda Şeibî dest bi operasyoneke lêgerînê kirine û hêj dewam dike."

    Musena Temîmî got: "Parêzgeha Diyalayê pêwîstî bi hêzeke zêdetir a ewlehiyê, fermandeyên leşkerî yên xwedî şiyan û piştgiriya berdewam a hikûmeta navendî heye".

    Temîmî destnîşan kir ku Em daxwaz ji hikûmetê dikin ku amûrê eşkerekirina bombe û teqemeniyê ji me re dabîn bikin.

    Bi heman mijarî:

    Piştî Sirt ji DAIŞê paqij bû, gelek kes vegeriyan malên xwe
    Li Hewlêrê 5 kes bi tohmeta ku 'dixwestin biçin nava DAIŞê' hatin girtin
    Amerîka: "Emîrê DAIŞê yê bi navê Reşîd Qasim hat kuştin"
    DAIŞê li Herêma Kurdistanê 385 penaber revand
    Artêşa Sûriyeyê derbeyên giran li DAIŞê dixe
    Êrişa DAIŞê hat şikandin: 8 xwekuj hatin kuştin
    Etîketan:
    DAIŞ, hucre, berfirehtir, operasyon, Musena Temîmî, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de