00:52 24 Hezîran 2018
Veysi Kaynak

Veysi Kaynak: 'Nêze ku em li Babê mizginiyê bistînin'

© Foto : Twitter
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 10

Cîgirê Serokwezîrê Tirkiyeyê Veysi Kayanak ragihand ku Operasyona Mertalê Firatê ya li Sûriyeyê bi awayek quncav dewam dike, "Îro, siba Artêşa Sûriyeya Azad (ASA) ku Hêzên Çekdarên Tirk piştgiriya wan dike dê El Babê ji terorîstan paqij bikin. Nêze ku em li Babê mizginiyê bistînin."

Recep Tayyîp Erdogan
© AFP 2018 / Yasin Bulbul/Presidential Press Service
Kaynak beşdarî Civîna Meclîsa Şewrê yê AKPê ya li bajarê Mereşê bû û destnîşan kir ku Operasyona Mertalê Firatê bi ewayek quncaw dewam dike û wiha pê de çû:

"Bi operasyona Mertalê Firatê re pêşî li ketina terorîstan bo welatê me hat girtin. Beriya niha DAIŞê bi wesayîtên bombebarkirî û xwekujan êrişî welatê me dikirin. Beriya niha li Dîlokê êrişî şeva heneyê kiribûn ku li kolanê hat lidarxistin, 56 birayên me jiyana xwe ji dest dabûn. Ji van 29 kes zarok bûn û piraniya yên din jî jin bûn. Weke ku Serokomarê me jî got ew roj, roja ku kêr gihîstibû hestiyê bû. Operasyona ku li peravê Çemê Firatê di 24ê Tebaxê de hat destpêkirin, ket meha 7mîn. Îro, sibê Artêşa Sûriyeya Azad (ASA) ku Hêzên Çekdarên Tirk piştgiriya wan dike dê El Babê ji terorîstan paqij bikin. Nêze ku em mizgîniyê bistînin."

Bi heman mijarî:

Leşkerekî tirk li el Babê jiyana xwe ji dest da
Artêşa Sûriyeyê kete El Babê
Ji TSKê daxuyaniya el Babê: Ev 10 roj bûn, leşkerên me li heman cihî bûn
Fermandarê ASAyê: Me ji sedî 30ê El Babê ji DAIŞê girt
Çavkaniyeke leşkerî ya Tirkiyeyê: Tirkiye ji berteka Rûsyayê ya bûyera El Babê kêfxweş e
Rûsya û Tirkiye piştî bûyera El Babê dixwazin kordînasyona Sûriyeyê bihêz bikin
Etîketan:
mizgînî, piştgirî, daxuyanî, DAIŞ, Veysi Kaynak, Kahramanmaraş, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de