09:21 22 Îlon 2017
Zindî
    Hevdîtinên Cenevreyê

    Ceyş El Islam û Ehrar El Şam tev li civînên Cenevreyê nabin

    © REUTERS/ Denis Balibouse
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 4912

    Komîteya Gotûbêjan a Bilind (HNC) a ku ji komên dijber ên çekdar û siyasî yên Sûriyeyê pêk tê eşkere kir bê kîjan nav dê beşdarî şandeya wan a Cenevreyê bibe.

    Servîsa çapemeniyê ya HNCê lîsteya şandeyê weşand ku ji 11 dijberên siyasî û 10ên çekdar pêk tê anku bi giştî 21 nav in. Di lîsteyê de nehat diyarkirin bê kî dê serokê şandeyê bike.

    Hevserokê PYD Salih Muslim
    © AFP 2017/ BERTRAND LANGLOIS
    Nûnerên Ceyş El-Islam(Artêşa Islamê) û Ehrar El-Şamê cih di lîsteyê de negirt. Li gel ku rayedarên HNCê got ku ev rewşa dawî ya lîsteyê ye jî, lê ihtimal pêkanîna guhertin berdewam dike.

    Endamê Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşger û Hevrikiya Sûriyeyê Nesir Herîrî duh ji Spûtnîkê re ragihandibû ku ew ê serokatiya şandeyê bike.

    Civînên Cenevreyê yên bi serperiştiya NYyê tê lidarxistin, cara dawî di meha Nîsanê de hatibû lidarxistin. Tê plankirin ku civîna bê y Cenevreyê di 20ê Sibatê de were lisarxistin.

    Bi heman mijarî:

    Ceyş El-Islam îtîraf dike ku çekên qedexekirî li Şêxmeqsûdê bi kar anîne
    Artêşa Sûriyeyê derbeyek li Ceyş El-Islamê xist
    Artêşa Sûriyeyê: Ceyş El-Islamê pîlotê balafira ketî kuşt
    Ceyş El-Islamê êrîşî Artêşa Sûriyeyê kir
    Zaxarova: Em hêvî dikin aliyên herêmî û navneteweyî alîkariya sûriyan bo Cenevreyê bikin
    Rûsya: Hevdîtinên Astanayê bo Cenevreyê şertên erenî derxist holê
    De Mistura: Em dikarin encamên Astanayê li Cenevreyê bi kar bînin
    Etîketan:
    civînên Cenevreyê, Ceyş El-Islam, Ehrar El-Şam, Nesir Herîrî, Cenvre, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de