23:50 22 Sibat 2018
Zindî
    HSD-QSD-

    Xezeba Firatê ji bo Qonaxa Sêyem a kontrolkirina Reqqayê daxuyaniyek da

    © AFP 2018/ DELIL SOULEIMAN
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 30

    Piştî 9 rojan ji destpêkirina qonaxa sêyem a operasyona Xezeba Firatê, Odeya Operasyonên Xezeba Firatê bîlanço û encamên van neh rojên borî eşkere kirin.

    HSD
    © REUTERS/ Rodi Said
    Li gorî daxuyaniyê qonaxa sêyem li gorî planan bi rê ve diçe ku di 7 rojan de hêzên HSDê li gel hêzên bejahî yên pispor ên hevpeymana navdewletî û bi piştgiriya balafirên wê 40 kîlometreyan bi pêş de çûne û gihiştine ber dergehê bajarê El Reşîd.

    "124 DAIŞÎ HATINE KUŞTIN"

    Li gorî daxuyaniyê wiha tê gotin ku 700 kîlometre çargoşeyê ji çoltera rojhilatê Parêzgeha Reqqayê hatiye rizgarkirin, 98 gund û mezra hatine rizgarkirin, rêya veger û alîkariyê bo welatiyên wan deveran hatiye dabînkirin û 124 DAIŞî hatine kuştin û gelek birîndar bûne û 9 jî hatine girtin.

    Herwiha i gorî daxuyaniyê hat teqezkirin ku gelek top, navgînên leşkerî yên bi çekên giran barkirî û 63 tûnel, bi dehan senger û 3 otomobîlên bombebarkirî hatine ruxandin û 1256 mayin hatine bêbandorkirin û 3 balafirên keşfê yên DAIŞê hatine xistin û gelek çek û cebilxane jî hatine bidestxistin.

    "DI 9 ROJAN DE 13 ŞEVANÎ JIYANA XWE JI DEST DAYE"

    Ji aliyê din ve daxuyaniyê wiha dewam kir: 13 şevanên leheng ên Hêzên Sûriyeya Demokratîk û Hêzên Peywira Parastina Xweser şehîd ketine. 750 şervanên jin û mêr ji wê herêm tev li wan bûne û niha di kampên leşkerî de tên perwerdekirin daku parêzgeha xwe rizgar bikin."

    Di dawiya daxuyaniyê de bang niştîcihên herêmê hat kirin ji bo dûrî navend û sengerên DAIŞê biçin û herwiha bang li ciwanan hat kirin daku tev li refên HSDê bibin.

     

    Bi heman mijarî:

    Pentagon: Amerîkayê ji xeynî Hevpeymaniya Erebî ya nav HSDê çek nedane ti kesî
    'HSDê balafireke keşfê ya DAIŞê xist'
    Platforma Olan li Bakurê Sûriyeyê, piştgirî da HSDê û banga jiyana hevpar kir
    Balyozê berê yê DYA: Divê ji bo HSDê çekên giran werin dayîn
    'HSDê 7 gund rizgar kirin û NHByeke DAIŞê xist'
    Jina brîtanî ya li nav HSDê: Rojava rih da min
    Berdevkê HSDê Silo: ‘Em dixwazin têkiliyên baş bi Tirkiyeyê re deynin'
    Etîketan:
    DAIŞ, Odeya Operasyonên Xezeba Firatê, HSD, Reqqa, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de