
Herwiha Masûm teqez kir ku parastina mafê jiyanê yê destûrî û hêmanên demokrasiyê, jinavbirina terorê û berjewndiyên hemû iraqiyan di ser hemû berjewndiyên şexsî re werin girtin û wiha pê de çû: Serokkomariyê pêşnûmata destpêkê ya qanûna nû ya hilbijartinê amade kir û mijar gelek caran di parlementoyê de hat nîqaşkirin. Ez hêvî dikim ku piştî parlemento mijarê vekole, di demeke kurt de were pesendkirin."
Alîgirên Serokê Tevgera Sedrê ya Iraqê Muqteda El Sedr duh bi daxwaza guhertina endamên Komîseriya Hilbijartina Bilind li meydana Tehrîrê civiyabûn. Piştî destwerdana hêzên ewlekariyê, hinek hatibûn kuştin û hinek birîndar bûbûn.
Serokê Komîseriya Hilbijartina Bilind a Iraqe Serbest Mistefa, bangî alîgirên Sedrî kiribû ku îtîrazên xwe ji bo encamên hilbijartina di rêya dadgehan re çareser bikin.Komîseriya Hilbijartinê tawanbarkirinê li dijî xwe red kiribûn.
Tê pêşbînkirin ku hilbijartinê herêmî di16ê Îlonê de werin lidarxistin û hilbijartinên giştî di Nîsana 2018an de werin lidarxistin.
Hemû şirove
Pêşandana şiroveyên nuh (0)
Berseva li ser(Pêşandana şiroveyêGirtina şiroveyê)