03:06 25 Mijdar 2017
Zindî
    Polês

    Li Amedê li qexwexaneyê êrişa çekdarî: Kesekî jiyana xwe ji dest da

    © Foto: AA/ Yılmaz Kazandıoğlu
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 5910

    Li navçeya Bismil a Amedê qehwehaneyekê êrişa çekdarî hate kirin û di encamê de kesekî jiyana xwe ji dest da û 2 kes jî birîndar bûn. Tê gotin ku êriş ji ber şerê di navbera di malbatan rû daye.

    Li gorî îdiayan kesê bi navê H.A girtiye ser qehwexaneya Horozcular ya li taxa Akpinarê û derî li ser xwe û kesên li qehwexaneyê girtiye û gule reşandiye ser xizmên xwe.

    Di encamê de kesên bi navê Feyzî Sarimsi (55), Faruk Deger (50) û Necat Sarimsi (73) bi awayekî birîndarî rakirin nexweşxaneyê.

    Feyzi Sarimsi li gel hemû hewldanan jiyana xwe ji dest da. Herdu birîndarên din bo dermankirin rakirin nexweşxaneyên li Amedê.

    Derbarê bûyerê de lêpirsîn hate destpêkirin.

    Bi heman mijarî:

    Li Kanadayê li dijî camiyê êrişa çekdarî: 6 kuştî
    Li Stenbolê li dijî polêsan êrişa çekdarî
    Zavayê serokomar rastî êrişa çekdarî hat
    Li Afganistanê li dijî mala parlamenter êrişa çekdarî: 8 kuştî û 8 birîndar
    Li dijî Balyozxaneya Amerîka ya li Enqereyê êrişa çekdarî
    Li dijî avahiya ODP a Uşakê êrişa çekdarî
    Etîketan:
    êrişa çekdarî
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de