04:58 23 Mijdar 2017
Zindî
    Dayikên Şemiyê

    Dayikên Şemiyê: Berpirsyariya vê qirêjiyê di stuyê hikûmetê de ye

    © Foto: facebook
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 1912

    Dayikên Şemiyê yên ku cara 620an e tên ba hev û aqûbeta windayan dipirsin, daxuyandin ku: 'Berpirsyarê hemû karê neqanûnî yên dewletê, hikûmet û desthilatdarî ye.'

    Dayikên Şemiyê, ji bo li aqûbeta xizmên xwe yên winda bipirsin, cara 620an li Meydana Galatasarayê a Stenbolê li hev civiyan. Seroka Giştî ya Partiya Kedê (EMEP) Selma Gurkan, Parlamenterê CHPê yê Stenbolê Sezgîn Tanrikulu û lîstikvan Nur Surer jî tevlî çalakiyê bûn.

    Di çalakiya vê hefteyê de li aqûbeta parêzer Metîn Can û Dr. Hasan Kaya ku hevalên hev bûn û di sala 1993an de li Elezîzê bi ‘kiryar nediyar' hatin kuştin, hat pirsîn.

    Di destpêka çalakiyê de birayê Suleyman Cîhan ê hat windakirin, Ahmet Cîhan axivî.

    'BERPIRSIYAR HIKUMET E'

    Ahmet Cîhan got:"Berpirsyarê hemû karê neqanûnî yên dewletê, hikûmet û desthilatdarî ye. Di nava 15 salên dawî de, ji ber nerazîbûnên civakî hinekî hêvî bi me re peyda bû, lê belê dozên me her carê bê encam man. Hûnê nikaribin ji berpirsyariyê birevin. Em naxwazin li welatekî riziyayî bijîn. Em dixwazin li welatekî demokrasî lê heye, bijîn."

    Bi heman mijarî:

    Dayikên Şemiyê: "Hûn nikarin dengê me bibirin"
    Dayikên Şemiyê: Ocalan serbest berdin!
    Derbarê seroka koma ‘Dayikên Qada Gulanê' biryara girtinê hate dayîn
    ‘Tugaya Dayikên Fransî' li dijî tunrewiyê têdikoşin
    Dayikên Aştiyê: Ocalan kilîta aştiyê ye
    Etîketan:
    xizmên windayan, dayikên şemiyê, STENBOL
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de