02:54 25 Mijdar 2017
Zindî
    Bağdat- Mukteda el Sadr

    Hêzên ewlekariyê gule bera alîgirên Sadr da: 7 kes mirin

    © REUTERS/ Alaa Al-Marjani
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 3220

    Li Bexdayê di dema xwepêşandana alîgirên Tevgera Sadrê de hêzên ewlekariyê gule berdane ser xwepêşandanan. Li gorî zanyariyan 7 kesan jiyana xwe ji dest da.

    Alîgirên serokê şiî Muqteda el Sadr îro ji bo xwepêşandaneke protestoyî li Bexdayê li Qada Tehrîrê kom bûn. Xwepêşandan li ser bangewaziya el Sadr pêk hat û bi sedhezaran kes beşdar bûn.

    Xwepêşanderan dowîzên li ser wan ‘Kesên ku bûne komîser divê bên guherandin', ‘Guhertina Komîsertiya Hilbijartinê ya Bilind daxwaza gelê Iraqê ye' hilgirtin. Herwiha di xwepêşandanê de li dijî kesên ku di nava hikûmet û parlamentoyê de ‘gendelî kirine' jî slogan hatin avêtin. Xwepêşanderan daxwaza darizandina van kesan kirin.

    Di vê navberê de di dema xwendina peyama el Sadr de polîsan bi xazê êrîş bir ser xwepêşanderan.

    Li gorî malperên medyaya Herêma Kurdistanê di dema xwepêşandanan de hêzên ewlekariyê çek bikar anîne û di encamê de 7 kes mirine û komek xwepêşander jî birîndar bûne.

    Parlamentoya Iraqê
    © AFP 2017/ AHMAD AL-RUBAYE
    EL KABÎ YÊ LI SER NAVÊ SADR AXIVÎ: EM LI BENDENE KU GAVÊN TANSIYONÊ BILIND BIKIN BAVÊJIN

    Di dema xwepêşandanê de li ser navê Sadr Muhammed el Kabî axivî û wiha got: "Yan wê endam û Komîsertiya Hilbijartina Bilind bên guhertin yan jî wê gelê Iraqê biryarê bide ku gava li du vê wê çibe."

    Kabi diyar kir ku ew li bendene gavên tansiyonê bilind bikin bavêjin lê derbarê van gavan de ti agahî neda.

    Bi heman mijarî:

    Ji Sadr bo Trump: Pêşî hûn hemwelatiyên xwe ji Iraqê vekişînin
    Sadr: Balyozxaneya DYAyê biçe Qudsê divê bo rizgarkirina Qudsê hêzek taybet bê avakirin
    Muqteda Sadr li hemberî Tirkiyê bangewaziya xwepêşandanan kir
    Muqteda Sadr gef xwar: Kerkûk bi Kurdistanê ve nayê gir​ê​dan
    Mukteda Sadr hişyarî da Brîtanyayê
    Sadr: Di meha remezanê de em çalakiyan lidar naxin
    Etîketan:
    Komîsertiya Hilbijartina Bilind a Iraqê, Muhammed el Kabî, Muqteda El Sedr, Qada Tehrîrê, Herêma Kurdistanê, Bexda, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de