05:30 21 Mijdar 2017
Zindî
    artêşa tirk-wesayetên leşkerî-leşkerên tirk- leşker-sînor

    YPG: Êrîşên Artêşa tirk berdewam in

    © Sputnik/ Hikmet Durgun
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 8510

    Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bi daxuyaniyeke nivîskî diyar kir ku destwerdana Artêşa tirk a di nav xaka Rojava de berdewam dike.

    Li gorî daxuyaniya YPGê Artêşa tirk di 7ê Sibatê de li ser sînor gundê Silipkiran a dikeve rojhilatê Kobanê dest bi çêkirina rê kiriye.

    Di heman daxuyaniyê de tê gotin ku heman rojê komên bi ser Artêşa Azad ve girêdayî ku Artêşa tirk piştgiriya wê dike, bi topên hawanan êrîş birin li ser gundê Maranez a girêdayî Efrînê.

    Derengiyê şevê heman koman vê carê bi moşekên TOW êrîş birin li ser gundê Maranez û Willa Qadi. Êrîşên li ser gundê Willa Qadî di sibeha 8.2.2017an de jî bi topên hawanan berdewam kirin.

    YPG diyar dike ku roja 8ê Sibatê Arteşa tirk xwestiye ji milê Dêrîkê êrîşekê lidar bixe. Li gorî daxuyaniyê panzerek Arteşa tirk saet derdora 17.00an de ji hember gundê Habil Hewa sînor derbas kir û ket erdê Rojava. Piştî destwerdana hêzên me ya ji herême re leşkerên tirk ji qadê vekişiyan û derbasî bakurê sînor bûn.

    Herwiha di 9.2.2017an de jî balafira keşfê ya bê mirov a Arteşa tirk li ser gundê Minix û Willa Qadi yên giredayî Efrînê geriyane.

    Bi heman mijarî:

    YPG: DYAyê çek nedane me
    YPG: Em ti biryarên Astanayê bi cî nayînin
    Wezîrê Karê Derve yê Tirkiyê: YPG wê beşdarî Astanayê nebe
    YPG: Artêşa tirk êrişî Kobanê û Efrînê kir
    YPG: Artêşa Tirk gundên Kobanê gulebaran kirin
    YPG: Di 2016an de nêzîkî 10 hezar km kare erd ji destê DAIŞê hat rizgarkirin
    Etîketan:
    hawan, sînor, tow, moşek, Artêşa tirk, Artêşa Azad, YPG, kobanê, Silipkiran, Maranez, Habil Hewa, Willa Qadî, Minix, Dêrik, Efrîn
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de