08:25 22 Mijdar 2017
Zindî
    DAIŞ

    DAIŞiyên ku li Ewropayê plana çalakiyên sansasyonel dikirin li Edeneyê hatin desteserkirin

    © REUTERS/ Stringer/Files
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 2301

    Endamên rêxistina terorîst a DAIŞê ku li Ewropayê plana çalakiyên sansasyonel dikirin welatiyê libnanî Mahamad Laban û welatiyê iraqî Mohammed Tefik Saleh bi nasnameyên sexte li Edeneyê hatin desteserkirin.

    Li gorî zanyariyan Mahamad Labanê ku bi eslê xwe libnanî ye û hemwelatiyê Danîmarkayê ye û Mohammed Tefik Salehê iraqî ku hemwelatiyê swêdî ye bi nasnameyên sexte derbasî Tirkiyeyê bûn û ji bo kul i Ewropayê çalakiyên sansasyonel bikin plan dikirin.

    Tîmên Midûriyeta Şaxa Tekoşîna Dijterorê ya Midûriyeta Ewlehî ya Edeneyê li ser agahiyeke îstîxbaratî li navçeya Seyhanê operasyonek li dar xistin. Di operasyonê de Mahamad Laban (45) û Mohammed Tefik Saleh (38) hatin desteserkirin û piştî 10 rojê lêpirsînê ji terefê dadgehê ve hatin girtin. Li gorî zanyariyan Laban û Salek di sala 2014an derbasî Sûriyeyê bûne û li wir tevlî DAIŞê bûne.

    WÊNEYÊN BI ÇEK LI SER HATIN GIRTIN

    Di legerîn û lêkolîna dîjîtalên ser Laban de wêneyên wî li Sûriyeyê bi rêxistina terorîst a DAIŞê re hatibûn kişandin hatin dîtin. Di lêgerînê gelek wêneyên Laban ku di çeper û bi çekên lûledirêj û bi cilên leşkeri hatibûn kişandin hatin dîtin.

    HEVSERA WÎ GILÎ KIR

    Li çavkaniyên ewlehî herdu şikber jî di 3 mehên dawî yên li Sûriyeyê de perwerdeya çek û teqemeniyê dîtin û li gorî îdîayan dixwestin li Ewropayê çalakiyên sansasyonel bikin.

    Saleh jî di sala 2014an ji Swêde bi du keçên xwe û hevsera xwe re ji bo ku derbasî Sûriyeyê bibe hatiye Tirkiyeyê, paşî hevsera wî bi navê Fatîme poşman dibe û dîsa vedigere Swêdê lê ew derbasî Sûriyeyê dibin. Li gorî zanyariyan piştî ku Fatîme vedigere Swêdê serî li maqamên fermî dide û dibêje ‘hevserê min bi du keçen min re ji bo ku tevlî DAIŞê bibin çûne Sûriyeyê.'

    Bi heman mijarî:

    Gatilov: DAIŞ rêya dabînkirina ava vexwarinê li ser Helebê dibire
    ‘DAIŞ serê kurdan bi destê kurdan dide jêkirin’
    Rapora NYyê: DAIŞ digel windakirina erd û dahatê jî dikare şer bidomîne
    Teknîka leşkerî ya bûndesverê li Herêma Kurdistanê ye: DAIŞ bi çekên almanî gulebaran dike
    Rapora KENY: DAIŞ êdî di pozisyona parastinê de ye lê hêj jî metirsî ye
    Etîketan:
    Plana çalakiyên sansasyonel dikirin, Girtina endamên rêxistina terorîst a DAIŞê, Mohammed Tefik Saleh, Mahamad Laban, Edene, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de