18:07 23 Mijdar 2017
Zindî
    Tehran

    Îran: Me komek DAIŞî girt ku dixwestin êrîşî pîrozbahiyên Salvgera Şoreşa Îranê bikin

    © Sputnik/
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 2213

    Li gorî ragihandina Dozgerê Giştî yê Îranê Muhemed Cafer Munterzî komeke DAIŞî desteserkirine ku plan dikirin di salvegera Şoreşa Îranê de êrîşê bikin.

    Li gorî malpera Herêma Kurdistanê NRT, Muhemed Cafer Munterzî duh di daxuyaniyeke xwe de aşkere kiriye ku komeke DAIŞî li derdora paytexta Îranê Tehranê desteser kirine. Li gorî daxuyaniya Munterzî kesên ku hatine desteserkirina amadekarî ji bo êrîşê di pîrozbahiyên salvegera Şoreşa Îslamî ya Îranê de bikirana.

    Dozgerê Giştî diyar kiriye ku "Heke me li Sûriyê û Libnanê û li Iraqê şerê xwe nekiriba wê niha dujmin li hember malên me bûna".

    Munterzî herwiha gotiye ku ew kesên li nava Îranê û derveyî wê dijminatiya Welayeta Feqiyê dikin, tên naskirin û rêya liv û tevgera wan tineye.

    Beriya niha jî Wezîrê Îtlaata Îranê ragihandibû ku DAIŞê plana êrîşkirinê ji bo ser Îranê li bajarê Reqqayê yê Sûriyê amade kiriye û çend caran hewl daye ku grûpên çekdar bişîne Îranê.

    Bi heman mijarî:

    Îranê îdiayên derbarê ceribandina avêtina moşekan red kirin
    Rûsya: Em plan nakin pergala moşekên S-400î bifiroşin Îranê
    Amerîka amadekariyê dike ku 'Mihafizên Şoreşê' yên Îranê bixe lîsteya terorê
    ‘Tirkiye û Îranê piştgirî dan pêşniyara Rûsyayê ya ji bo destûra bingehîn a Sûriyeyê'
    Wezîrê Îranê: Kurd ev 3 hezar sal in li ser vê axê dijîn
    Etîketan:
    Şoreşa Îslamî ya Îranê, Welayeta Feqiye, Wezareta Itlaata Îranê, DAIŞ, Dozgerê Giştî yê Îranê, NRT, Muhemed Cafer Munterzî, Lubnan, Iraq, Reqqa, Sûriye, Îran, Tehran
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de