12:35 25 Mijdar 2017
Zindî
    Xwepêşandanên Iraqê

    Li Bexdayê xwepêşandana li dijî hikûmetê destpê kir

    © REUTERS/ Ahmed Saad
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 1812

    Li gorî zanyariyên berdest, li paytextê Iraqê li Bexdayê xwepêşandanên li dijî hikûmet û Komîsyona Bilind a hilbijartinan destpê kir. Çalakvan li taxa Sadr kombûn û dest bi xwepêşandanê kirin.

    Parlamentoya Iraqê
    © AFP 2017/ AHMAD AL-RUBAYE
    Hat ragihandin ku ji hemû aliyê bajarê Bexdayê xelk diherikin taxa Sedir da ku li hember Komîsyona Bilind a Hilbijartinan xwepêşandanê bikin û daxwaza çaksaziyan bikin. Li gorî çavkaniyên herêmî wê Bexdayê xwepêşandana bi milyonî bê kirin. Li ser vê yekê hêzên ewlekariyê li Navçeya Kesk a Bexdayê tedbîrên dund wergirtine, tank û çekên giran bicîh kirine. Herwiha piraniya wezîr, parlamenter û berpirsên hikûmetê jî ji navçeya Kesk hatine derxistin.

    Herwiha tê pêşbînîkirin ku li Meydana Tehrîrê ya qada xwepêşandanan dibe Serokê Tevgera Sadir Mûqteda Sadir gotarekî pêşkeş bike û bang li berpirsên hikûmetê bike da ku çaksaziyan bikin û Komîsyona Bilind a Hilbijartinan hilweşînin.

    Wekî tê zanîn roja çarşema derbasbûyî bi hezaran kes li ber deriyê Navçeya Kesk xwepêşandanek li dar xistibû.

    Bi heman mijarî:

    Kurdên li Parelmentoya Iraqê, girtina HDPyiyan şermezar kir
    Fermandarê Hizbûllahê yê li Eyaleta Besra ya Iraqê hat kuştin
    Rûsya û Amerîkayê ji bo qada asmanî ya Sûriye û Iraqê vîdyo konferans pêk anî
    Parlamentoya Iraqê hat valakirin
    Serokwezîrê Iraqê: Hîn projeya siyasî ya serxwebûna Kurdistanê nehatiye pêşkeşkirin
    Etîketan:
    Serokê Tevgera Sadir, Çalakiyên Bexdayê, Muqteda Sadr, Bexda, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de